GOTÊNÊ PEŞİYAN
1-Agir bi dehlé bikeve ter û hişk bi hevra dişewitin.
2-Axivtin, zévebe ne axivtin, zére.
3-Aş berdaye pey çeqçeqé ketîye.
4-Aqilé sivik baré giran.
5-Agir bi mala vireka ket, kesî bawer nekir.
6-Ava pir, ser hevraz jî diçe.
7-Aqiléte eve aqilé kuréte çîye.
8-Aqil pir sermîyen e,ne karé her meriya ne.
9-Aqil,tacé zérîne. li seré her kesî nîne.
10-Agir bimala yekî ket yekîjî xwe li ber germ dikir.
11-Av çiqa di golada bimîne, genî dibe.
12-Aşé nezana xwdé digerîne.
13-Axa bi xulam xulamjî bi olam.
14-Agir bi daré hur hildibe.
15-Axa kendala dibe çékirina mala.
16-Avé da serseri, çi buhust û çi çar tilî.
17-Agir berda kayé xwe da ber bayé.
18-Av bi, béjînga na cive.
19-Axivtina nerm maré ji qulé derdixe.
20-Ahé bizina kol ji bizina koçra namîne.
21-Av, xwné dişo, lé xwn, avé naşo.
22-Ap birazîya, da dike. xal, xarziya ra dike.
23-Adare, dew lidare lé liberya şengale.
24-Adaré berf giha kulîya daré nema heta dané évaré.
25-Agir berda kozé xwda fézé.
26-Agir bi agir nayé temirandin.
.
27-Agir bi serémin ketîye tu firîké xwe li ber diqelînî.
28-Ava hidik da meriv na xeniqe.
29-Alim, ji bîr dike qelem ji bîr nake.
30-Alimek beranberé alemekîye.
31-An hero an mero.
32-Anî danî cihé xwe, rakire réhé xwe.
33-Aqil bi pera, naé standin.
34-Aqilé şîrê, heya pîrî.
35-Aş digere bi avé,law digİre péşé dé û bavé.
.
36-Aş digere aşvan pesné xwe dide.
37- Aşvan tu dem nabe poşman.
38-av di serkanîda şélu dibe.
39-Ava hédı hédı, me ecéb jé dî.
40-Ava bixwun, ji mesîlan, jina bînin ji esîlan.
41-Axa mér û jiné ji erdekî ye.
42-Axa, rîya tev dizane lé, réya qencîya nizane.
43-Adar wekı jina bî, geh dikene geh digirî.
44-Adaré se kete ber sîha daré.
45-Aqil li seryane ne lé diréjîya çokane.
46-Aré kewaré rızqé biharé.
47-Aş, bé aşvan, axa, bé xulam nabe.
48-Av her tiştî dişo lé eyban naşo.
49-Av dizane bin av çawane.
50-ava xwstıya naçe hestîya.
51-Ava bi herike kevz nagire.
52-Ava kur deng jé nayé.
53-A bi qelemé hate nivîsandin,bi biviré naé şikandin.
54-A dest û pé dikin bav û daé nakin.
55-A dilan di dilanda dimîne.
56-A dilan naé milan.
57-A her kesî bi wî xweşe.
58-A ku bike nivîs û qelem nikara bike mertal û şuru rım.
59-A ku te nedît ne béje.
60-A mele, bang dane.
61-A meriv bi xwe dike kes bi merivara nake
62-A meriva, léhatine ne jéhatine.
63-A nebuye, nebéje.
64-A qasıdan, gotine.
65-A şikestı çétire ji xwstî.
66-A te dit ji bîr neke.
67-A xwedé kir betal nabe.
68-A-zaré te, ji minra, a, qelpé te ji tera.
69- Adar bi duman, nîsan, bi baran, gulan, mala cotkar bu ava
70-Agir bikeve ku wira dişewite
71-Adare dew li dare şivan xwe male, kebanı bi kar û bare.
72-Adare dew li dare kofiya kebanîyî xware.
73-Adare, mast li mala kebanîya kubare.
74-Adare siba sare évaré kuçuk dikeve bin sîha dîware.
75-Adar wekî jina bîye,geh dikene geh digirî
76-Adar û newruze wek hev bun şev û ruje.
77-Adaré seré daré xwştire ji biné daré.
78-Adaré kuçik kete bin sîha daré.
79-Agir berda malé revî xweda palé
.
80-Agir berfé di xwaze xwelîyî na xwaze.
81-Agir pékeve bihna bosi jé nayî.
82-Agir, stara zivistané ye.
83-Agir û av, mıh û gur li bal hev nabin.
84-Agiré, dosta meriva naşewitîne.
85-Agiré eşqé germe di keve nav hestu û çerme ne dibéje fedî û ne jî şerme.
86-Agiré kûçûk a dereng sar dibe.
87-Ahé.mezluman namîne ji zaliman ra.
88-Ahé séwîyan namîne ji xwerta ra.
89-Alim ji bîr dike lé, qelem ji bîr nake.
90-Alimek wekî alemekî ye.
91-Alîyek ruye yek sinbéle.
92-Alîyek şîne yek şahîye.
93-Amenet heta qîyamet.
94-An barek dirav an barek direw.
95-An bixwe an birîje
96-An hilnegire bar anjî neke hewar.
97-An mérekî başbe, an bivir û das be, an bimire xilasbe.
98-An wekî meriva biaxive anjî wekî dewara bitepise
99-Anî ji derîya da xéra mirîya.
100-Anîn sinete berdan ferze.
101-Anîna bé esla rehete, xwey kirina wan zehmete.
102-Apo ne géje, dizane lé na béje.
103-Aqil bi dînanra çi dike? Çev bi koranra çi dike?.
104-Aqil bi peren nayî kirîn.
105-Aqil derxistne firotané her kesî aqilé xwe kirîye.
106-Aqil di serîyadane ne di ruhada ye.
107-Aqil ji bé aqila bigirin.
108-Aqil li serîyane ne li diréjîya milane.
109-Aqil ne ji puçuk u mezinayı ye.
110-Aqil ne di sala da ye, di serîya daye.
111-Aaqil ser aqila ra heye.
112-Aqilé kerî, se téda birî.
113-Aqilé xwe bi nan û dew ne xarîye.
114-Aré malan,runé malan emé bikin taştîya palan.
115-Aré kewaré hevra buxun hete biharé.
116-Agiré kezebé ji agiré tenduré germtire.
117-Aagıré qirşan wek dostîya tirkan.
118-Aş bé aşvan pez bé şivan nabe.
119-Aş bi xeyalekî aşvan bi xeyalekî.
120-Aş digere bi avé law hildide péşé bavé.
121-Av bi dİlop dilop dibe gol.
122-Av her tiştî dişo lé bé bextîyî naşo
123-Ava xwestıya bidne av xwestîya.
124-Aav heta nekişe zelal nabe.
125-Av zane binav li kuye.
126-Ava bin gayî deng jé nayî.
127-Ava çema xuşe xuşe koçer nabé dewémin tirşe.
128-Ava hédı zirar jé dî.
129-Ava sar di ziké birçîda naçe xwar.
130-Ava zelal téda xuyaye xemu xeyal.
131-Avé da navé.
132-Avé bixwe ji kanîyan jina bîne ji biyanîyan.
133-Avé bîne ji kanîyan jina bîne ji eslîyan.
134-Awiré egîta ji şuré newéreka tujtirin.
135-Axu ava meriv li kube meriv li wir dibe.
136-Axa mér û jiné ji çîkıye.
137-Axatî bi dayiné, méranî bi léxistiné dibe
138-Bedika hesenı xwe bi xwe pesinî.
139-Bana me yek bane, alık deyşte, yek zozane.
140-Baran di bare, ji xweyé zevîyîra kare.
141-Baran ji ewré reş té kéf, ji dilé xweş té
142-Baré ku tu nikarî nekeve bin.
143-Bav jı aş té kur pirsa bajaré dike.
144-Bavé te ku hat kuştın ha suwar ha peyan kuşt.
145-Bavé xalé xwu, dijminé malé xwu.
146-Baxé bégul wekî kirasé bé mil.
147-Bayekî şérî bayekî pîrî
148-Bayî gurgurî wekî jina virvirî.
149-Baz, pîr bibejî lé néçîra xwe nade kesî.
150-Bazara mal û bajaré wek hev nîne.
151-Bibéje min hevalé xwe, ez bibéjim tu kîyî.
152-Bila bibéjin lale nebéjin tirale.
153-Belaşe, wek laşe.
154-Belengazé, aqilé xweye.
155-Benîşt benîşte té cutin paşé puç dibe.
156-Beq bi avé serxweş dibe.
157-Ber defa bé deng direqise.
158-Ber goşt nakeve ber serpîya dikeve.
159-Ber keré ra derbas dibe ceşiké didize.
160-Ber sîha rovîda nebe, bila şér te buxwe.
161-Beré mévanan nedin wé bixwe herin.
162-Ber bayî dîna nekeve.
163-Beré dest desta dişo paşé ruya.
164-Beré bibe dîk paşé bang bide.
165-Beré gotina xwe bipéje paşé biréje.
166-Beré hespé xwe nal ke paşé rîya xwe hesapke.
167-Berf barî ku ling bicemide.
168-Berf li newala, pere li cem pintîyane.
169-Berfa ber évaré qiré tîne debaré.
170-Berfa hur dawî dur.
171-Berevkir ji derîya, da xéra mirîya.
172-Berxa îro, berané sibéye.
173-Beş, hat ji bu maldaran, avîtine ser hésîr û jaran.
174-Bé haveyn, şîr name ye.
175-Bihna dîya, té ji xatîya.
176-Bihna kiz. Té ji mala diz.
177-Bé îmanbe bé guman nebe.
178-Bé delîl meriv naçe ceneté.
179-Bé şéxu pîr, neçe dîwana mîr, da tu nebî feqîr.
180-Bi alastiné zik tér nabe.
181-Bi alemé bişéwire lé, bi aqilé xwe bike.
182-Bi aqilé vala tu nagihîjî hevala.
183-Bi carekî nan dayînî, nandar nabe.
184-Bi derewu vir kirî, tu car naçe serî.
185-Bi fisan hemam germ nabe.
186-Bu dizé sola xwe.
187-Bi girî, ranabe ji goré mirî.
188-Bi lezî tu kes nag hîje tu mirazî.
189-Bi ling bişimitî xwe digirî, lé bi ziman xwe nagirî.
190-Bi malé diné nefire.
191-Bi nané xelké meriv tér nabe.
192-Bi nanekî nandar nabî bi darekî mérxas nabî.
193-Bi parîyî xelqé, ziké meriv tér nabe.
194-Bi pey vîyî, baxir, nabe zér.
195-Bipirse jé ne tirse.
196-Bi pirsé meriv diçe qudsé
197-Bi qîzanî mîr bu, bi jinanî pîr bu.
198-Bi roj mirîyan di şélîne bi şev ji qure qura derî ditirse.
199-Bi sebré meriv dibe miluké misré.
200-Bi silava hec qebul nabe.
201-Bi stiranekî meriv nabe dengbej.
202-Bi şev réwı,li rîyan qeda li ser û pîyan.
203-Bi vé quşé tu naçî muşé.
204-Bi tedbîr, té kolandin bîr.
205-Bi xéra serîyan du xwe parîyan.
206-Bike kalan buxwe malan çidikî ji xorté kundir vala.
207-Bila boxéyî rojekîbe ne çéleka sed Salî.
208-Bila dereng be bila başbe.
209-Bila dijmin be bila camér be.
210-Bila dilémin rihetbe bila xarina min xwalî be.
211-Bila dilé meriv rihetbe bila tasek av, nanekî ceh be.
212-Bila dolamin law be bila kirasémin cawbe.
213-Bila li şaristané be ne li goristané.
214-Bila meriv mérbe bila rojek li dinébe.
215-Bila méré min mérbe serémin li ser kevirbe.
216-Bila mérémin mérbe bila cihimin ber dîwarbe.
217-Bila meriv derdé dila bibine éşa dirana nebîne.
218-Bila meriv kuştîyî mérabe ne girtîyî qelse mérabe.
219-Bila meriv kuştîyî şéra be ne gîrtîyî rovîyabe
220-Bila meriv lé pé be li goré be.
221-Bila meriv ji tedbîrî nemîne bila tedbîr ji meriv bimîne.
222-Bbila meriv mér be, rokî li diné be.
223-Bila merivatî zirav û diréj be ne kurt û kalin be.
224-Bila namusa meriv li cîbe, bila parîyî meriv nîvcu be.
225-Bila nav hebe, qe nan tunebe.
226-Bila navé meriv der nekeve, bila quna meriv derkeve.
227-Bila navé mirina meriv derkeve navé xirabîya meriv der nekeve.
228-Bila navika meriv derkeve ,navé meriv dernekeve.
229-Bila parîyî meriv nîv be bila namusa meriv li cîbe.
230-Bila parîyî te bi run be bila seré te bi xwun be.
231-Bila rezé min li nav reza be bila tirî limin heram be.
232-Bila rîya durbe ne gora kur be.
233-Bila serî hebin, kum gelekin.
234-Bila sinbél bi don be bila serî bi xwun be.
235-Bila suhuda meriv hebe bila çevé meriv tunebe.
236-Bila sorbe penc quruş zéde be.
237-Bila şîn di malada hebe ,şer tu ne be
238-Bila tu gur buyayı bila te kera min bi xwara
239-Bila xirabî ne limin be, bila yalé dijmin be.
240-Bila xwedé heval be şuré desta dar be.
241-Bila xweşbe bila roja reş be.
242-Bila yekbe bila bi xér be.
243-Bila zik térbe bila tijî kel û pel be.
244-Bilbil bi dengé xwe, mérxas bi cenga xwu.
245-Bilbil kirine qefesa zér, got ax welat.
246-Bilind ne fire ku tu nimiz nekevî.
247-Bilur a ber kera çira ber kora.
248-Bin sîha darekîda hezar pez mexel tén
249-Bira bira, par û peşk li hev xwuya ye.
250-Bira ji hev cuda dibin, heval ji hev cuda nabın.
251-Bira nade bira her derî vedi be bi pera.
252-Bira ne xér xwazé bira be, ewé li bin desté ne yara be.
253-Biratî bi rastî.
254-Birayî xirab jé cudabe, cînaré xirab bihéle bireve.
255-Birîna bi xwe kiran, derman nabe.
256-Bi xwaze ji hevalé xwura héstirekî, da xwedé bide te kerekî.
257-Bizina li dawîyî bimîne xweré gurane.
258-Botan bi mîrî xwe, şervan bi şuré xwe.
259-Buk anîn bi lez û bez, dîsa sivika malé bume ez..
260-Buk bi dilé zavé ye
261-Buka apé kete kapé, buka xalé delalîya malé.
262-Buye hîva bin ewir.
263-Buyî mér xwedé neke ji bîr
264- Buké bé ziman xwsıyé bé dîn û îman.
265-Beré xuşka ber bira, beré bira ber çîya.
266-Ba li dara nexe, dar naleqe.
267-Barî bihare, ne barî xedare.
268-Bav dimire zarok har dibin dé dimire zarok jar dibin.
269-Bav, rezek da law, law goşîk tirî neda bav.
270-Bav naé dîtin lé bira té dîtin.
271-Bavé qîza sultane.
272-Baverî bi dijmin nayé
273-Bayé germ işareté baranéye
274-Bedewé, çav kilkir dilé xorta kul kir.
275-Bela , gut ez tém.
276-beq ne qure wé bidire.
277-Berdana jiné adeta diné
278-Beré buxwe paşé bişékirîne.
279-Beré gul bu barané léda şilbu.
280- Be ré barané,baye beré miriné taye.
281-beroşé got binémın zére, heské got lé ez li kume?
282-Berxé nér ji bo kéréye
283-betalî xirab malî.
284-Bexté dé , cihézé kîzé
285-Bexté xaînan tune.
286-Beza belgîré, zu xelas dibe.
287-Bé derpé, bigere sutuyé xwu xar neke.
288-Bé haveyn, şîr nayé meyandin.
289-Bé pişt na be tişt.
290-Bé şéxekî naçim dîwana mîrekî
291-Bé Xwdî mal nabe bé mal xwdî dibe.
292-Bé, zehmet rehmet nabe.
293-Bé ar, ar nake tum kumé xwu xar dike.
294-Bé bextı, karé méra nîne.
295-Béder bi ba té bakirin, eşir bi tifaqé té rakirin.
296-Bihna bava té ji apa.
297-Béhna xweş mî gula geş.
298-Bé xîretî bé îmanî ye
299-Bi aqilé vala vekî mindala
300-Bi destu pé bişiqitî tu dikarî xwu bigirî, bi dev nikarî.
301-bi ramusana dest lév qiréj nabe.
302-Bi gérî ji goré ranabe mirî.
303-Bi gur ra ,di kuje bi xwdîra şîn dike.
304-Bé hevalé xwe nekene wé bé seré te.
305-Bi gotiné mela bike bi kiriné wan neke.
306-Bi keré nikara banz dide kurtané.
307-Bi kevçî da hev bi heské belav kir.
308-Bi minet na çim cenet.
309-Bi nanekı nabı nandar bi gotinekî nabî xwandekar.
310-Bi gotiné péşta naçe bi kiriné diçe.
311-Bi pirsî diçime rusî
312-Bi tejîyî xelqé néçîr nabe
313-Bi wé kuşé naçî deşta muşé.
314-Bi bendé xelqé ne keve çelé.
315-Bibe hevalé kesé te digirîne.
316-Bi gere li gundan bibîne rindan.
317-Biharé pez,payizé rez sivistané ez.
318-Bikin kala bxwun mala nekin xorté kudur vala.
319-Bike ji minra bixwe ji xwera.
320-Bila dil bi dilbe bila welat durbe.
321-Bila dil bi dilbe bila turé parsé li milbe,
322-Bila li hepisxané be ne li goristané be
323-Bila meriv kuştıyı şérabe ne seroké rovıyabe.
324-Bila meriv xwundarbe ne ku deyndarbe.
325-Bila mérbe kelemé ber çevé dijmin be.
326-Bila mér lawbe kirasé jiné cawbe.
327-Bila mérémin mérbe bila xwarınamın garisbe.
328-Bila navika meriv deré navé meriv derneyi.
329-Bila serî hebin kum zehfin.
330-Bila şarıstanbe ne goristanbe.
331-Bila rumeta meriv li cîbe, parîyî meriv nîv cube.
332-Bila şîn bikeve malan ne ku kîn bikeve malan.
333-Bilind ne fire, tuyé nimiz bikevî.
334-Binére li domé ne li komé.
335-Binge, berda pey koliké ketîye.
336-Birîna hevala mîna tîra gendala.
337-Birîna xwe bi desté xwe derman bike.
338-Birîndar birîna xwe dizane.
339-Béxwuné bibe tişt, ku bibî pişt.
340-Bizin té nérî bi dizı lé eşkere dizé
341-Beré havîné bavéje kulîné
342-Bi dest bide, bi ling peykeve
343-Behr bi devé seyî heram nabe
344-Bertîl kevira nerm dike
345-Bira biraye, bazar cudaye
346-Bexté romé tune
347-Berxa xelké ji merivara nabe beran
348-Bi pirsé diçe exsé
349-Bila hesp çébe bila bé nalbe
350-Bıstu yeké adaré berfé avîte nîvé daré, nema dané, évaré
351-Berxé çé, berkozé da çéyé
352-Bi xatiré xatira diçin ser diné kafira
353-Ba ça té, bédér wisa té bayé
354-Bar naçe li ber keré, lé ker diçe ber baré,
355-Bila meriv dîké rojekîbé, ne mirişka salekîbe.
356-Bu dizé sola xwu.
357-Bihar bi guleki nayé.
358-Bizin bizine pé kol dİke, paşé mexel té.
359-Bila baş be bila kîza sa be.
360-Bé pîrekî naçin dîwana mîrekî.
361-Bila şér pişta meriv bişkéne, ne rovî devé meriv balése .
362-Béla xwdé yarbe dunya hemî neyarbe.
363-Buk li serpişta hespéye kes nizane kismeté kéye.
364-Ban qulbe bin ban şildibe.
365-Baran disekine, ga bi cildike.
366-Bela, téne seré méran.
367-Bext nadim bi text.
368-Bé derpé bé kiras bigere stuyé xwu li ber zalima xwr neke.
369-Bi her kesî bişévre lé bi akilé xwu bike.
370-Bila avisbe kengé dizé bila bizé.
371-Bila kîzbe, bila pîrbe.
372-Berf li çiyan dibare.
373-Biziné ji mihé ra got;min ewa te dit.
374-Beré barané ba ye,beré miriné ta ye.
375-Barî giran para kera ne.
376-Bermal xwedana malé ye!
377-Bila buhur be bila kur be.
378-Bila ré be bila dur be.
379-Bila mé be şîr kismete.
380-Bila dil be dil be, turé parsé li milbe.
390-Birindar birinaxwe dizane.
391-Bi xweziya, dest nagîje kezîya.
392-Barek pirtuk li keré ke dîsa kere.
393-Baré ketîya, kes ranake.
394Baré diné li méré,baré méré li jiné.
395-Başbe lé ne belaş be.
396-Bavé bé kîz vekî bağé bé rez.
397-Bavé te ji bu te çand tu jî bu kuré xwe biçine.
398-Beg rumeta bega. Şivan rumeta şivan dizane.
399-Ber (kevir)dernexun nabe ,kefa destan lé mu şın nabe
zayina kantıra nabe.
400-Ber(kevir) li cihé xwe da girane.
401-Berf ketîye ku ling bicemide.
402-Berxé çé di kozéda çéye.
403-Berxé îro berané sibéye.
404-Bext ji bé bextara tune.
405-Betalî xirab malî.
406-bext bexté ewilı text texté ewilı.
407-Bexté reş mirov dike ne xweş.
408-Bi cuvanı bike bi pırayı bixwe..
409-Bi girı ra nabe ji goré mirı.
410-Bi gote got, meriv naçe cot.
411-Bi gotiné zıv nabe zér.
412-Bi lezket dereng ket.
413-Bi lezı kes nagıje mirazı.
414-Bi mineminé.meriv xelasnabe ji desté jiné.
415-Bila dilé kesı bi miriné xweş nebe.
416-Bila hiz be dizbe ne ziman diréjbe.
417-Bila mirin hebe pır bun tunebe.
418-Bila meriv mérbe bila rojekı li dinébe.
419-Bila yekbe bila bi xérbe.
420-Buka xalé malxwuya malé buka meté bé rumeté.
421-CÎyé agir nebe du jé hilnabe.
422-cihé şéran rovî runiştin wekî méran.
423-Cot li mirtivan nayî.
424-Car heye rev, ji dest hilanîyé çétire.
425-Cér, bi rîya avéda dişké.
426-Cîran, beré biré ye.
427-Cıranî çé, ji biré péşvatir e.
428-Comardî, bi dayîné dibe.
429-Cîran derîyé malé ye.
430-Can naé şuné,mal té şuné.
431-Cîrané xirab, merîyan xwedan tişt dike.
432-Camérî karé her kesî nîne .
433-Cîger naé teslîm kirin jibo pisîké .
434-Cila ku lé ser rûniştî,, kér meke.
435-Camérî , şéré şéra ne.
436-Cara meriv ji yaré dayikéra dibéje bavu .
437-Camérî bi dayînî dibe.
438-Camérî karé her kesî nîne.
439-Camérî ji kîsé hevalan nabe.
440-Can li ber male.
441-Can mal tîne lé mal can nayıne.
442-Can naé şuné lé mal té şuné.
443-Canik u camér jin u mér.
444-canik u camér bé yar, hespa kihél bé suwar nabe.
445-Car caran tîne gayî reş bara tîne.
446-Car heye banzdan nîvé méranîye.
447-Car heye jehra mara dermane.
448-Car heye yarî dibe ne yarî.
449-Car heye zor dizane car heye zér dizane.
450-Car heye meriv ne axıve çétire.
451-Carekı ji ne zani, cara duda ji kera.
452-Cara meriv ji mecburî koşté kewa jî duxwe.
453-Ceşik mezin bibe dîsa kere.
454-Cér bi rîya avéda dişké.
455-Céré xweyî tijî liyî vala nexe.
456-Cewré seyî dir, tim dir dibin.
457-Cih ji merivan teng nabe cih ji dila teng dibe.
458-Cihé bavu ba pîran xweştire ji héjîran.
459-Cihé ku li te hat bide bistîne ne hat bide bireve.
460-Cihé ku maşe hebe desté xwe neşewitîne.
461-Cila şil kete mil.
462-Cila xwe ji avé der dixe.
463-Cila zérînî li keré bikin dîsa kere.
464-Cila li ser runiştî kér neke.
465-Cin, ji hesin di tirse.
466-Cinet jî, bi minet ne xweşe..
467-Cinet jî cehenem jî di mala da ye.
468-Cinet di bin lingé daîka dane.
469-Cınaré baş ji birayı xirab çétire.
470-Cînaré xirab kelemé ber çavé merive.
471-Cînaré xwera bixaze ku xwedé bide te.
472-Cînaré xirab meriv dike xaweyı her tiştî.
473-Cîyî şéran rovî dikin géran.
474-Ciger nayî teslim kirin ji bo pişîké.
475-Cih, ji dila tenge.
476-Cihé bé def direqise.
477-Cîran mîrat xweré cîrane.
478-Cîrané çé, ji biré péşvatir e.
479-Cucik payizé tén hejmar kirin.
480-Cotkaru tu çi diçînî got dema héşîn bu tuyî bibinî.
481-Cîyî ku pakî heye xirabî çîye?.
482-Cezayı serîyî ehmeq dest u ling dikişînîn.
483-Civat ji dînan çénabe.
484-Çav bixwe guh bi xelqé baverin.
485-Çav dibîne dil, dihebîne.
486-Çot li li koçera nayî.
487-Çav ji çavan şerm dike.
488-Çavé rasté runahî nade çavé çepé.
489-Çavé reş ne hewcîyî kile.
490-Çerxa feleké geh li jér geh li jore.
491-Çawa suke, visa jî buke.
492-Çi kiro bixwe kiro.
493-Çélek tim nayî dotin her tişt tim nayî gotin.
494-Çélké didoşe xaté,to, dide faté.
495-Çéliké mara bé jer nabin.
496-Çéliké şéran şérin.
497-Çi bireşînî tuyî ewi biçinî.
498-Çi té seré merivan ji ziman té.
499-Çil gotiné hirçé hene hemu liser aluçane.
500-Çil meriv béjin dîne, ewé dîn bibe.
501-Çil salé aşîtî ne wek rojeke neyar tî.
502-Çira kesî heta sibé véketî namîne.
503-Çivîk, bi basikekî nafire.
504-Çîya çiqa bilindbe ré lé dikeve.
505-Çivîk çivike avé dixwe gazî xwedé dike.
506-Çîyayî bilind bé ré nabe, newala kur bé av nabe.
507-Çu heyfa bavé kuna dé da ser.
508-Çun şîna mirîya ,her kes ji mirîyîxwera digirîya.
509-Çun welaté kera anîn pere bi bara.
510-Çuyuna rîya bi rébera xweşe.
511-Çiqa gelîyî zîlan varé bavu bapîran ketîye desté qirgiz û dijminan.
512-Çav tér nebe, zik tér nabe.
513-Çune ser çem çem, mirçiqî.
514-Çela meriv ji hevalé xwera bikole bi xwe dikevé.
515-Çélekeke réxok navé garanekî dilewitıne.
516-Çavvé li derya xwelî li serıya.
517-Çi, neçe para keçe.
518-Çavek ji çavé din ra runahî nade.
519-Çira liber kora vénakeve.
520-Çaxé néçîramin té guyî tejîyî min té.
521-Çîya li çîya nakeve lé çav li çava dikeve.
522-Çîyayî bilind bé mij nabe newala kur bé av nabe.
523-Çira ber kora defa ber kera bé fayîdeye.
524- Çar gulm av, beranberî parîyekî nane.
525-Çar gurçike ew mér.
526-Çar pé, çar qedaye.
527-Çar tişt hene ,teybetîya merivin,hikmet.namus,hiş u dad.
528-Çav çava nabîne.
529-Çav çava, diz diza nas dikin.
530-Çav dibîne dil dimîne.
531-Çav ji bo dîtiné aqil ji bo zanîné.
532-Çav ji çava şerm dike.
533-Çav kile dawî şile
534-Çav terese dest mérxase.
535-Çav xenîmé xwe nas dike.
536-Çavé di bin xwelîyîda kes jé şerm nake.
537-Çiyayî bilind bé dar nabe, qîza axé, bé yar nabe.
538-Çu gundé nenas pesné xweda bé qîyas.
539-Çum aşé xirab bu,hatim kanî mirçiqî,ga, kirî bu
golik,genim çand bu sorik.
540-Çume mala apé xwe, ketme kapé xwe.
541-Da avé, ha li çoké ha li navé.
542-Diza bir got, bira xéra bavé minbe.
543-Dad li ser sé şahida ne.
544-Damareke xirab, heta heft bava dajo.
545-Dayînu standin bi bertîlan, xwelî li seré feqîran.
546-Dane, ber beré reş.
547-Dar bi beré xwe mér bi navé xwe .
548-Dar bi kurman meriv bi derdan di kevin.
549-Dar bi rehé xwe mér bi dosté xwe qewine.
550-Dar bi terî ditewe.
551-Dar bi ziravî meriv bi sturî dişkén.
552-Dar biro, dara bibir,desté xwe ji xwedé ne bir.
553-Dar çiqa bilind bin seré wan nagihîje esmana.
554-Dar dikeve berî li kuda.
555-Dar xarbe jî, lé hosta raste.
556-Dar ket balte pir dibin.
557-Dar li kewé ne ket gew, li daré ket.
558-Dar li ser rehé xwe şîn dibe.
559-Dar nayî dayin ji bu dına.
560-Dar tehle lé, beré wî şirîne.
561-Dara azadîyî bi xun xwendinî té avdan.
562-Dara jiyané bi xundanî té avdané.
563-Dara ku sih nede bin xwe bé kére.
564-Dar bir, dara rast dibire, mirin té, merivé baş dibe.
565-Dayik yare, bavik rébere.
566-Dayika du xortan li xwe dixe du lotan ne livir li cizîra botan.
567-Dayika xelqé nabe dayika meriv.
568-Dayiké heft kur ,xwedî kir, heft kura dayik birçî kir.
569-Dé were ,Vî kerî di vé avéda derbas bike..
570-Def di desté tedaye lé çomax yekî din lédixe.
571-Deftera meriv li piştî meriv té xwendin.
572-Deh malin, danzde rîspîy wan hene.
573-Dehan ji xwe yekî, ji hewalan béje.
574-Dél bi babe kuçuk li bexda yî té.
575-Déla xwe daye ser milé xwe.
576-Dem bi dore ne bi zore.
577-Dem tirîyî tirş şirîn dike.
578-Dem wekî avéye zu derbas dibe.
579-Dema diné ava bu, herkes bi aqilé xwe şa bu.
580-Dema diz ji malé be veşartin na xwaze.
581-Dema dîn dîna dibînin çomaxé xwe vedşérin.
582-Dema siud hat serî,bila bizire wek kerî, dîsajı xelqé béje aferî.
583-Demeke gulané yeke şîlané.
584-Dengé defé ji durva xweşe.
585-Dengé ewran mizgînîya baranéye.
586-Dengé kewé, kewé dixe defiké.
587-Dengé miriné zu belav dibe.
588-Dére sore, çav kore.
589-Derbé méran sé care.
590-Derbé léxe zerbé hilnede.
591-Derdé héwîyî jana tilîyî!.
592-Derdé feqîré nane derdé axé, dîlane.
593-Derdé xwe béje kela xwe biréje..
594-Dermané xwestiné dayîne.
595-Dest ser destara heye heta ezmana.
596-Dest didize, dil dilerize.
597-Dest dike dev di xwe.
598-Destéwî tijî garisbe libek narije.
599-Desté bi tené deng jé nayî.
600-Desté ku neyî geztin wé bé ramusandin.
601-Desté qiréj didevé xweyîdane.
602-Desté xariné digîhîje wané.
603-Desté xwe, nexe hemu qula.
604-Dev dixwaze ru şerm dike.
605-Dev şewitîye pufé, dew dike.
606-Deve hat polekî pol tune bu.
607-Dev pîvaz nexwe bihin jé nayî.
608-Dewé bihara bide neyara dewé payîza bide ezîza.
609-Dewé ceribandî çétire ji masté ne ceribandî.
610-Devé xelqé ne torbeye ku tu bidiroyî.
611-Dewlemend dimrin erd diheje feqîr dimirin gund, pé nahise.
612-Dé ku dibe jinbav bav dibe zirbav.
613-Di nabera gotin u kiriné da çîya heye.
614-Di nabera qencîy û xirabîyîda buhustek heye.
615-Di navbera wanda av derbas nabe.
616-Dijminé bava nabe dosté lawa
617-Dijminé dijminé meriv dosté merive.
618-Dijminé kewé,kew bixwe
619-Dijminé te méşek be jı bitirse.
620-Dinya bi dewrana pişîk pehlîvane navé dîk abdurahman e
621-Dar li wî neket ew hat li daré ket..
622-Danîn ziké yekî got ax piştamin.
623-Dar bé, çiqil nabin.
624-Dar ji binîda dirize.
625-Dar xwar be zu dişké.
626-Dara bi çiqil sîhé dide biné xwe.
627-Dayînu standin bi desté xwe dé ye.
628-Dema nebu, gotı ez şérwî, tu botı.
629-Demek ya gulé ye demek ya şîlané ye.
630-Derba ziman ji derba şur girantire.
631-Derdevan pir béj dibin, bengî dengbéj dibin.
632-Derdé biran, neyé seré guran.
633-Derdé dilan hure, kure dure.
634-Derîyî xéran nayî girtin.
635-Dest didize, dil dilerize.
636-Dest qiréj,pé qiréj, he mu bune sabun péj.
637-Dest ser destan ra ne.
638-Desté tené deng jé nayé.
639-Desté xwu nexe her qula.meru mişk hene.
640-Deve duré hev diçérin lé guhé wan li ser heve.
641-Devé xwar ji peleguhé va kifşe.
642-Devî, bune dar, xwelı li seré merivé bé war.
643-Dewata dud yane agir ketîye hemuyane.
644-Dewé ceribandî çétire ji masté ne ceribandî.
645-Dewsa şéran runiştine kundé koran.
646-Deyn bi dayiné, ré bi çuyiné xelas dibe.
647-Dé bibîne doté bîne.
648-Dé, ewladé xwe navéje.
649-Délik ne bibabe kuçik li pey nayî.
650-Dé dinéda ji ziman şirîntir û tehltir tiştek nîne.
651- Dibéjin lé na péjin.
652-Dibé çima xîzanî, dibé ji nezanî
.
653-Dibéjin camére, ji mal dikin dibéjin mérxase, ji can dikin.
654-Dibéjin ku fesad nebin gur u mîh wé bi hevra biçérin.
655-Dijmin dijmine, çi puçuk çi mezine.
656-Dijminé bavû bapîra, nabe dosté nevî û kura.
657-Dijminé bi aqil çétire ji dosté bé aqil.
658-Dijminé dijminé me dosté meye.
659-Dinya deme hemu kulu xeme.
660-Dinya bi dore ne bi zore.
661-Dinya merdîvene geh li jor geh li jére.
662-Dirané bi éşe dermané wî kéşe.
663-Dîya meriva tim kura nayne.
664-Dizara şevé tarî pirin.
665-Dît ezim ne dît dizim.
666-Dost di roja teng da kifş dibin.
667-Dost hezar bin hindike, dijmin yekbe pire.
668-Dost li ruyé merivan dijmin piştî merivan xeber dide.
669-Dosté bava mîrasa lawa ye.
670-Du serî, dîzekîda na kelin.
671-Dure gul û nure.
672-Dar bi verotiné, mér bi gotiné.
673-Dar çiqa bilind be seréwî nagihîje esmana.
674-Dar tune ba lé nexistibe.
675-Dewet bé def û zirne nabe.
676-Deweta dud ya gir li hemu gundîyane.
677-Dew xwestin kodik veşartin kiréte.
678-Dîn dîna dibınin çové xwe vedşérin.
679-Dema diz ji malé be tedbîr bé faydeye.
680-Dema sév li daré be herkes bala xwe didé
681-Dengé defé ji durva xweşe.
682-Demeka gulané ,yeke şılané.
683-Dengé miriné zu belav dibe.
684-Derb derba ewile.
685-Derbé méran sé carin.
686-Derdé bira neyî seré gura.
687-Derdé héwîyî pir girane.
688-Derdé hewîyî xwedé nede guré seré çîyî.
689-Derîyî xéran nayî girtin.
690-Dest dike dev dixwe.
691-Dewlemendî, lé hatine ne jéhatine.
692-Délé tirek, jé çénabin cewré dirrek.
693-Di koné reşda bé namusî nabe.
694-Di maléda jin bibin sé, gu di şimiké da naçe der.
695-Di fireyîda dost zehfin
696-Di navbera gotin û kiriné da deyşt û çîya hene.
697-Di zikéminda xwuna min xwar, dema bu, cané min
xwar,ku ez mirim malé min xwar.
698-Dil firebe cih teng nabe.
699-Dil bi dilbe turé parsé li milbe.
700-Dil ne sifre ye ku mirof li ber her kesî raxe.
701-Dil şuşeye béişké nacebire.
702-Dil tim cuwane, tu car pîr nabe.
703-Dilé te çawaye alem wisaye.
704-Dinya bi dore ne bi zore.
705-Dinya bi sebré ava buye.
706-Dinya biheybete îro dinyaye sibé axirete.
707-Dinya bi mirine, roj biévare.
708-Dinya derewîne ji kesîra namîne.
709-Dinya ne behsu bazare dinya sozu kirare.
710-Dinya milké bavé kesî nîne.
711-Dinya ne şevu rojeke.
712-Dinya xane,hinek çune hinek mane,yé mayîjî mévane.
713-Dinya xane meriv téda mévane.
714-Diréjıya malé deh gav,çi bikim mala bé nan û av.
715-Diréjîya rîya beravîya rîyada kifşeye.
716-Divé meriv pişta xwu bide mérekî çé yanjı çîyakî asé.
717Deme meriv got heq, av disekine.
718-Derdé feqîra xarun û libase derdé axé leyistikû reqase.
719-Desté qelişı li ser ziké tér.
720-Desté xwariné diréje.
721-Devé hirçé nedgat sévé digot tirşe.
722-Dilé yekî ket kevirekî heft sala gerend.
723-Dermané her tişti zére, lé ji zér jortir, zore.
724-Daré li serxwu nebire.
725-Dayé bibine kızé bixwaze.
726-Devéte ne devé zirna zere.
727-Demeka güla,yeka sosina.
728-Dest desta dişon,dest dizvirin rüya dişon,
729-Di gunda da mér neman,ji dikara dibén abdurahman
730-Dinya hemu neyaré kewéye, kew ji, neyaré xwye.
731-Dew xwstin, godik veşartin kiréte.
732-Dew, biré mast e.
733-Deriyé derçékera bi benda girédaye.
734-Derîyî xwu bigire cînaré xwu diz neke.
735-Desté westîyayî li, ser zéké téré.
736-Dev dixaze, ru şerm dike.
737-Dé û qîzé, şer kirin bé akila bawer kirin.
738-Dizan ji dizan dizÎ erd ü ezman larizî.
739-Du heval bi hevra rast bin yé sisya xwu déye.
740-Derew dijminé xwdé ye.
741-Dükana bekire dü kalib sabune.
742-Dilé şivan bi xaze di kare nérîyé bi doşe
743-Dilé tirsonek singé sipé nabîne
744-Dinya guleke bihn bike bide heval xwu.
745-Dît ezim ne dît dizim.
746-Dé bibîne qîzé, bixwaze.
747-Desté tené deng jé nayé.
748-Dilé şikestî nacebire.
749-Derdé giran derman nabe.
750-dîn ne dînîn dîn ewin ku jiwan bawer dikin.
751-Dijminéte, çîvîkek be dîsa hesabé wî bi ke.
752-Dizé malé ji malébe ga di kulekéra derdixe
753-Dizî dizîye çi hékek çi gaméşek.
754-Dîk di xwna xweda qut dibîne.
755-Dîké bé dem bang bide seréwî jé dikin.
756-Dîn di şîn û şahîyanda kifş dibin.
757-Dîn ji dewetan zarok ji lîstîka tér nabin.
758-Dîtina çeva qinyata dilane.
759-Du héka li hev bixî wé bişké.
760-Du hesp li ser afirekî nasekinin
761-Du seré çé naçin ser belgîkî.
762-Dudu kerwane sisé bazirgane.
763-Duré, bide dur nasan.
764-Du caran guhdarbe carekî xeberde.
765-Dosté çé mirov li nîv réda nahéle.
766-Dostîya dostén xwe berde, dostîya dosté bavé xwe ber nede
767-Dinya malu milke mér ewe hilke.
768-Dinya ne dev û doze dinya peyman û soze.
769-Dinya ware, ne male.
770-Dinya xane hinek çune hinek mane ewé mayîjî mévane.
771-Dinya xane, her kes téda mévane.
772-Diné bidiné ve, mendo bi quna jinéve.
773-Dinya ne roju daneke ,sal û zemaneke.
774-Diya qîza peruda dîza, dîz çékirin xelqé birin.
775-Dizé bostana, kifş dibin zivistana.
778-Erebe, ku hate ber parté wé bébarkirin.
779-Ev dena, wé gelek av bixwe.
780-Evînî germ bi germ neyartî nerm bi nerm.
781-Ew cihé tu bi roj diçîyî ez bi şev diçimé.
782-Eyba xelqé tepisîye ya ,min reqisîye.
783-Eyde bé qeyde.
784-Ez ha dikim bav dimire ez ho dikim dé dimire.
785-Ez ji tera tu ji kéra.
786-Ez kor tu kor ké nan bibe jor.
787-Ez li zik dixim ew dibé wey piştamin.
788-Ez mér tu mér kîye ji me şér?.
789-Ez namirim bi vé derbé ez dimirim bi vé kerbé.
790-Ez taşté me tu, firavînî.
791-Ez ne ezo desmala gul gevezo.
792-Ecel té ser éş sedeme.
793-Ecelé biziné té nané şivan dixwe.
794-Elegez birinc be eres jı run be tu miqat nebı xlas dibe.
795-Em çune avamasıya délek bi me hisya kula me yekbu bu
796-Em dixwin nané sélekı ew dixwe nané élekı.
797-Emé béjin xalu meté heya roja me té.
798-Emré leglegé diçe bi leq leqé.
799-Ewé destu pé dikin dé u bav nakin.
800-Ewé ku nebéje bike şére,bibéje bike mére,bibéje neke
801-Ewa ew vare, lé ne ew bihare.
802-Ewladé bé xér tunebe çétire.
803-Eyba keçel kum digire.
804-Ez axa tu axa ké here ber berxa.
805-Ez çum seré çîya zirîyam wekî keran birazî nebun wekî bira.
806-Ez dibéjim ez ne mérim, tu dibéj çend zaré te hene.
807-Ez dibéjim stewre tu dibéjî bidoşe.
808-Ez ezim tu tu yî.
809-Ez heq tu heq neheq here ser dîwana heq.
810-Ez mîr tu mîr ké ga bîne ber nîr.
811-Ez na kim méra kunda nakim şuna şéra.
812-Ez ne dizim ne dilerizim.
813-Ez téme kuştin lé naéme tewandin.
814-Ez bi tu tu bi xwedé.
815-Ê birıîndar dizane birîna wî çiqa kure.
816-Ê çu nede du.
817-Ê dewlemed.kerem bike malé, é feqîr man li deré malé.
818-Ê ,şîrî heta pîrî.
819-Ê xwe nas neke xwedaé xwe nasnake.
820-Ê devé bi hewîne serdera wî bilinde.
821-Ê here mesîya qunqwîyé şilbe.
822-Ê derva hat, é hundur qewirand.
823-Ê ku bikeve deweté wé xu bihejîne.
824-Ê eslé xwe inda bike heram zadeye.
825-Ê ku neke bi gotina mezinan wé here ber bizinan.
826-Ê ne di şerda be şer pé xweşe.
827-Ê sîr nexwe bihn jé nayé
828-Ê dizana dizane é nizane wetré baqé nîskane.
829-Êl yeman beg yeman él rabu beg windabu.
830-Êvaré hîv xwe roj di hesibîne.
831-Ez dıbéjım nére tu dibéjı bidoşe.
832-Ew, léléye héj lolo para maye.
833-Esil xirap nabe,hingiv génî nabe.
834-Ew sale, lé ne ew bihare.
835-Ew hewşe lé ne ew rewşe.
836-Ez ha dikim bav dimire wa dikim dé dimire.
837-Ez dibéjim va hirç, tu dibéji wa dewsa wî.
838-Ew mal wéranbe ku jin téda bibe malxwu.
839-Ewé dîziké çéke dizane çemil léke.
840-Ewé ku tilya xwu bi xe guhéxwu, dizane çi bıbéje.
841-Eslî pak neslî pak
842-Ewladé bé xér milk, naxwaze.
843-Eşq meriyen kor dike.
844-Erzan kiro heban diro.
845-Ez ne laiké devé teme.
846-Ew méra ne héjayé wé şînéye.
847-Eger ez bibim bî, ez dizanim doxîna xwu didim desté ké.
848-Ez goşt naxum, lé nané xwu di ava wîda dikim.
i850-Ewé dixaze ruyek reş, ewé nade herdu ru reş.
851-Ez li ezmana li te digerim ,tu li erdé destmin dikevî.
852-Ew hem ji, bona wé demé ye.
853-Erd biriçbe, av runbe xayî tunebe zu diqede.
854-Ez ezim tu tuyî
855-Ez péşva diçim geza,paşva diçim refesa davéje
856-Ez hédî diçim bela dighıje min, ez zu diçim digîhıjme belayî.
857-Ez xwyé teme ezé çibim ?
858-Erebe ku hate ber lusé wé bé barkirin.
859-Feqîr bi feqîrara bizevicin wé jiwan parsek çébin.
860-Feqîr diçe dizîyî hîv lé derdikeve.
861-Feqîrî ji miriné xirabtire.
862-Fikir çibe zikir jî ewe.
863-Firset hat bernede.
864-Feqira çun xwu darda bikn déna xwu dané dewlemend li Badibin.
865-Fata romé agir berda zomé çu runişt li ber komé.
866-Feqîr û jar wekî par û pérar .
867-Fira miréşké heta kadîné ye.
868-Feyda gavana sîyarîya keré ye.
869-Feqire,te ju ku anî, dewlemende piroz be.
870-Fermana dévan hat rovî xwe veşart.
871-Fermane şeré xal û xwarzîyane şerekî pir girane.
872-Feqîr çun ku xwe darda bikin nihırın ku dewlemend li berîya wan xwe xeniqandine.
873-Filé bi ruyekı ji mislimané du ru çétire.
874-Fikir çibe zikirjı weke fikréye.
875-Gotine kantiré tu kuré kéyî gotîye ez xwarzîyé hespéme.
876-Guro bila tu gur buya bila te golika min bixwara.
877-Gîha gîhaye liser koka xwe şîn dibe.
878-Gotine devé stuyé te xare gotîye ké deramin raste?.
879-Ga bi cila nayî nas kirin.
880-Ga dike golik dixwe.
881-Ga dikeve kér pir dibin.
882-Ga dimire çerm dimîne mér dimire nav dimîne.
883-Garis nasekine li ser werîs.
884-Gerîyaye dirîyaye.
885-Gotiné giran di nav henekada téne gotin.
886-Giré ku meriv bixwe ne xwurîne xéra wî nîne.
887-Golik jî dibé ez ga me.
888-Goliké malé ji gayé malé na tirse.
889-Goşt bé hestu nabe.
890-Goşté hemu teyran naé xwarin.
891-Gotine keré ji tera çeşikek bu got barémin li ser piştamin
892-Gotine pişîké goyî te dermane rît û veşart.
893-Gotina xweş mer ji qulé der dixe.
894-Gotiné péşya pelé mishefanin.
895-Gulane kalekala mîhane.
896-Gur hate waran wey li halé jaran.
897-Gur.oxire ne bînî çétire.
898-Guyî hişk bi merivava na zeliqe.
899-Gaméş di tuxubé xweda xurte.
1000-Gayé çé, bi, baran, méré çé, bi xeberdan..
1001-Gelî bé av nabin keçik bé yar nabin.
1002-Gilî hate zaru zimanan wé bikeve nava malan.
1003-Galgala kete nav devu dirana, wé bigere li bajaru
şaristana .
1004-Gotina rast tehle.
1005-Gîha di bin kevirda namîne .
1006-Gül ew gül bu, baran léda şil bu.
1007-Gür d ikujin qirik dixwun .
1008-Gotin, zirare kirin, kare .
1009-gotina rast ne xwşe.
1010-Gotiné péşya vek neqşé kevirane
1011-Girara paramin téda nebe bila lepe réx tédabe.
1012-Gerîyam li dora diné xelas nebum ji miréné.
1013-Germe cil şerme ,sare cil stare.
1014-Gelîyî zîlan çiqa hecîdéryan waré bav û kalan buye
meskené moğul û afganan.
1015-Gelîyî zîlan çiqa hemoyan cihé bavu dîyan maye ji
diza û xun mijan.
1016-Gelîyî zîlan téda kişya xuna jina û zarokan maye ji
cerdevan û bé imanan.
1017-Goşt bé hestî nabe.
1018-Gotine kor, te çi divé got du çavé sağ.
1019-Guyî hişk bi meriva nazeliqe.lé réç dihéle
1020-Ha di hurd ha di turda.
1021-Hatî ji çuyuna ne.
1022-Heft bawé çé îla şıré dé
1023-Heft hevling di avéda xeniqîne yekî desté xwe nedaye
yekî.
1024-Heke ew ne fende lé ew çi daru bende?.
1025-Hem ji déré bu hem ji mizgevté.
1026-Hem seré xwe dişkéne hemjî xercé xwe dide.
1027-Hemu kesî bi darekî neju.
1028-Hemu qubé sipî ne zîyaretin.
1029-Hinen dikin hinek jî dixwun.
1030-Hinek jinin.hinek janin. Hinek melhema dila
nin hinek dendiké kundiranin.
1031-Hespé rewan na weste.
1032-Heqîyî di desté ne heqîyîda zare zare.
1033-Her dîk li ser kulfengé xwyé xwe bang dide.
1034-Her kes bi hempayé xwura digere..
1035-Her kes kuré bawé xwe ye.
1036-Her kes rizqé xwe di xwe.
1037-Her kes tema devé xwe dizane.
1038-Her kes malxwuyé mala xwuye.
1039-Her pégemberekî dia ji xwera kirîye.
1040-Her qazî bi aqilé xwe razî.
1041-Her kesek, qusurawî heye.
1042-Her şérek bi lepé xwu ye.
1043-Her teyrek bi baské xwe difire.
1044-Her teyrek bi refa xwra ye.
1045-Her tişt di weqté xweda xweşe.
1046-Her zimanek merive ke.
1047-Her zivistanek bihar li peye.
1048-Heçîyî jare havîn jı jéra sare.
1049-Herçîyî bimîne bintîné gunda dibe inda.
1050-Heçîyî xasîyî wan başin kirasé wan qumqşin
herçıyı xasîyî wan pîsîn kirasé wan telîsin.
1051-Hesin bi germé té kutan.
1052-Hesp bé hevsar nayı firotan.
1053-Hesp direve ssiwar pesné xwe dide.
1054-Hesp miraze
1055-Hesp tune hevsar dikire.
1056-Hespé çé qamçîya li xwe naxe.
1057-Hespé dikule,seyî tule,kesé file pé nebe ewle
..
1058-Hespé qule,méré file,tejîyî tule çil rojé çile, lé ne
1059-Hestuyî ziman tune.
1060-Heta hebe erebîye gava tunebe mirtivîye.
1061-Heta navé meriv deré bila cané meriv deré.
1062-Heta telîyî ne bîne qedré şirînayî nizane.
1063-Heta me xwe naskir temen derbaskir.
1064-Heta miriné çev li kiriné.
1065-Heta nava dest reş nebe tema dev xweş nabe.
1066 Heta qalin zirav be ziravé bi qete.
1067-Heta ser desta negerıî qedré linga nizanî.
1068-Heta seré mirî li kevir nekeve bi xwe na hise
1069-Heta xirab nebe ava nabe.
1070-Hevalé ketîya xwedé ye.
1071-Hevalé xwariné tim dixeyide.
1072-Hevraz tu dikim sinbél berjér tu dikim ru.
1073-Hevza vala da sobarî nabe
1074-Heywan bi benda, însan bi peyman té girédan.
1075-Hezar pez di biné sîha darekîda mexel té
1076-Hévé nané feqîrane.
1077-Hinek dikin hinek dixwun.
1078-Hindik be rindikbe.
1079-Him kere him seye.
1080-Hirç govend,deve dîwan,ker, merdîwan
1081-Hirç pîr dibe cewré wé lé tirane dikin
1082-Hiş bi pera nayî firotan.
1083-Hiş bi ziman té pîvandin.
1084-Hişé sivik baré giran
1085-Hîn nebuya hîn neke hînkirîya ji bîr neke.
1086-Hînbuyîn ji harbuyînan xirabtirin.
1087-Hosta necar rabe razé weke hercar xweda ye
ke derge hezar.
1088-Hurik hurik dagirt turik.
1089-Hemu kuré kuréne biré misteféne.
1090-Heft bavé çé esil şîré dé.
1091-Ha keçel hesen ha hesen keçel.
1092-Ha li ser singé te méré pîr, ha li dilé te bide tır.
1093-Ha ser daré derguşé ha li deyşta muşé
1094-Halé feqîra déla keré ye ne kurt ne jî diréj dibe.
1095-Hatina mévan bi desté mévane çuyuna mévan
bi desté malî vane.
1096-Hec bi silavan qebul nabe.
1097-Heçîyî ji xwedé xafile ew kafire.
1098-Heçîyî bi male her kes xale.
1099-Hemu file ne îsa ne.
1100-Hemu mér nabin şér.
1101-Hemu méş hingiv çénakin
1102-Her tişt derew lé mirin rast e.
1103-Heqé cînar li ser cîna re.
1104-Her berx diçe ber maka xwe.
1105-Her dem li yé ser xwe nenhére, yé libin xwe binére.
1106-Her jin zaroka tÎne lé her jin egîta nayne.
1107-Hesp li ser afiré keran nayî girédan.
1108-Heta suwar nekeve nabe suwar.
1109-Heta miriné çev li kiriné.
1110-Heta neçe dîyaré goré, mirin nakeve bîré.
1111-Hevalé xwe ji minra béje ku ez bizanim tu kîyî.
1112-Heçîyî dizane jixwu dizane heçîyi nizane baqé nîskane .
1113-Heta kefa desté reş nebe tema devé xwş nabe .
1114-Heta miriné çav li kirıné .
1115-Heta li ser desta ne gerî qedré linga nizanî.
1116-Heçîyî ne got kir ew şére,yé got kir mére ,yé got nekir keré nére.
1117-Heçîyî deryî yekî bi qute wé deryé wîjî were qutandin.
1118-Heta te dérek ava kir te mizgeft xirab kir.
1119-Heta mırıné çav li diné.
1120-Heta min xwu naskır her tişt derbas kir.
1121-Herçîyî li ser sé singa bileyize yekî téra here .
1122-Hîlevan tu cara tér naxwun.
1123-Heta tu çu héla ez jiwé hatim .
1124-Heta te tirş kir mın jkevayî péve kir.
1125Himam bi tiro fisa germ nabe,
1126-Heçîyî dîtina tavus bixwaze divé germa
hindé qabul bike.
1127-Heçîyî mesîya bigire qunawîyî şilbe .
1128-Heta mar xwu rast neke naçe qulé .
1129-Heçîyî divé mala xwu xirabke divé du jîna bine.
1130-Heta merif ber pé xwu nebîne gav navéje.
1131-Haléme ne bese,yéte ser barî ser.
1132-Hemu heywan goşt dixun lé, navé gur derketîye.
1133-Heta miriné çav li xwariné.
1134-Heft sala çü seferé dîsa keré beré.
1135-hîn kira hînkî Jé xelas nabî.
1136-Hemî çélek tén dotin hemî gotin nayé gotin.
1137-Hem ji déré bu hem ji mizgevté
1138-Here welata bibîne adeta.
1139-Her gîha li ser koka xwu şîn dibe
1140-Here bal mirové te bigirîne ne ku te bike
1141-Hete min xelq naskir temenî xwe xelaskir.
1142-Hin dikin hin duxwun
1143-Halé feqîran wekî wekî caran
.
1144-Hat ji palé bu malxwuyî malé.
1145-Hat nav mala tirî, zeyno da béjıngé dora béderé zivirı.
1146-Hebun koçé mérane tune bunı kotîbune.
1147-Heçîyıî xesuyıî wan başin rewşawan xweşin.
1148-Heçîyî xesuyî wan pîsin, ji mérî xwe ditirsin..
1149-Her hevraze kî berjérek li bere.
1159-Her kes tema devé xwe dizane .
1150-Her kes di ser birîna xweda dinale.
1151-Her kes li ber roja xweye..
1152-Her parî té cutin her pirs nayî gotin.
1153-Her qazî ji rewşa xwe razî.
1154-Her deyşte her zozane esil,xudane.
1155-Hinek bi malé xwe hinek bi cané xwe.
1156-Hinek dikin lé jé na xwun.
1157-Huner çeke di bi çengé xwe ke roja hewce bu
1158-İlim behre.her ku te xwend kur dibe.
1159-İlimdar İlimdare ev çi dost û yare.
1160-İlmé bé emel wekî dara rut.
1161 -Însan teyré bé pere.
1162-İtifaqa morîstangan çîya xirab dike.
1163-İkram wekî çîya, hesab wekî muyan pévéste.
1164-İro dinyaye sibé axirete.
1165-İşé ku xelq bike betale.
1166-Jana pénc tiliyan yeke.
1167-Jé keto pé keto.
1168-Ji agir û av û çîyan ra hemberî nabe.
1169-Ji aré ceh kedayîf çénabe.
1170-Ji ava sekinî bitirse.
1181-Jé bavé çé lawé xirab çé dibe.
1171-Ji ber şilîyî revî ber teyroké.
1172-Ji berxé méjok beran çé nabe
1173-Ji betalî seré kîré xwe jé kir.
1174-Ji bérîyî té şîr jimin dixwaze.
1175-Ji béşa, xwe nede paşa.
1176-Ji bo kéçekî lihéfe kî dişewitîne.
1177-Ji bo nanekî xirab dike arwanekî.
1178-Ji delava mame hévîya çirava.
1179-Ji dé û bavan dikevin hezar awan.
1180-Ji dijmin û neyaran bawer neke tu cara.
1181-Ji milka hilde aş ,ji péşa simteraş bibe hevalé merivé péş û paş.
.
1182-Ji xelqé ra dost û yare jiminra guré hare.
1183-Ji hinekan xwin, ji hinekan av naçe.
1184-Ji hesiné xam şur çé nabe.
1185-Ji îné heta îné çé kir cila meîné kur te naçe ser zîné.
1188-Ji min ketî bi min ketî.
1289-Ji min rik ji te rik kané ké dibe terik.
1291-Ji pezé pir, ma kaviré kor.
1292-Ji piran pir ji hindikan hidik diçin.
1293-Ji qantiré pirsîn bavé te ké ye?got hesp xalémine.
1294-Ji seré çivîkan qelî çéna be.
1295-Ji te hereket ji xwedé bereket.
1296-Ji tirekan ra tirek du tir yeke.
1297-Ji wi ewrî ne bawere baran bibare.
1298-Ji xelqéra mesî gire ji xwera kosî gire.
1299-Ji xezalé bezıtir tune dısa rizqé xwe duxwe.
1300-Ji xort pirsîne tu ji ké deréyî gotîye ez nezewicîme.
1301-Ji zimané diréj di desté qiréj xér nayî.
1302-Jin bimire mér jar dibe mér bimire jin har dibe.
1303-Jin çev li dere, mér xwlî sere.
1304-Jin der kete serî dé, avîte ber derî.
1305-Jin diçine hewaran mér ketine kewaran.
1306-Jin jî hene jinok jî hene.
1307-Jin heye mala ava dike jin jî heye wéran dike.
1308-Jin méra wezîr jî dike rezîl jî dike.
1309-Jin, té dîtin bira nayî dîtin.
1310-Jin û mér tevr û bér.
1311-Jina baş, méré ne baş, baş dike.
1312-Jina baş para méré pintîye.
1313-Jina rind ji dostan zevîya ber gund.
ji golikan nayî parastin.
1314-Jina bînin ji bin malan,ji bo xawrzî he
rin li xala.
1315-Joré xwedé li jéré kudé
1316-Ji ava şilu ji merivé bé deng bitirs
1317-Ji ava xuşxuş netirse ji ava sekînî bitirse.
1318-Ji puçukan bipirse ji mezinan bitirse.
1319-Ji bo kérekî deve kî mirar dike.
1320-Ji bo xatiré xatira meriv diçe ser ola
1321-Ji cihé ku tu ranebî runé.
1322-Ji çermé kuçik post,ji qesaban dost nabe.
1323-Ji délé tirek nakewin cewré direk.
1324-Ji ewlada neke hévî wé li te bibin hovî
1325-Ji jinan dotmam, ji şuran şuré şam.
1326-Ji kirinin şéx û malan rehmet li heft bavé cahilan.
1327-Ji kuré bé xîret keça kor çétire.
1328-Ji merivé li ber xwe binére jé bitirse.
1329-Ji tivingé ra nîşan ji hespéra meydan.
1330-Ji welîyan xwelî ji xwelîyan welî.
.
1331-Ji xeman xew té, ji kerban ken té.
1332-Jina bî, wekî girara bé xwé .
1333-Jina xelké ramusanek, hespé xelké meydanek.
1334-Jinu mér canikû camér
1335-Jixelkére masigiro ji minra kowesigir.
1336-Ji pira pir, ji hindika hindik diçe.
1337-Ji qara kete bin bara.
1338-Ji milka hilde aş bibe dosté merivé péşû paş.
1339-Ji her hesinî şur çénabe .
1340-Ji axé pirti tu tişt nîne mar bi tirs duxwe.
1341-Jujé dest dide téjiké xwe dibé purta we çika nerme.
1342-Jintî bi jintîyîra nikare bijî lé héwî bi hewîyîra dijî
1343-Jin dara şikestîye.
1344-Jina baş jîyane, jina ne baş jane.
1345-Jîyan bé xebat nabe..
1346-Jina çé, qismeté méré xirabe.
1347-Jiné rindiké dayé buhuké.
1348-Jiné dilkir méré xwe silkir.
1349-Ji kîsé kirim xweş dibirim.
1350-Jina xelqé ganek hespé helqé danek.
1351-Ji méran her dem li péşbe ne li paşbe.
1352-Jina rind bela seré gund.
1353-Jina méré çéme rima nav éléme.
1354-Ji birîyan ber jér çavin.
1355-Jina bira wekî gura.
1356-Jin heye ji sed mérî çétire.
1357-Jin parsuya xare jé ne bawere.
1358-Jin diçin xuna xun xweş dibin.
1359-Jin çune hewara mér ketne kewara.
1360-Ji wî bitirse ku ji xwedé natirse.
1361-Ji birîna kewandî netirs
1362-Ji xwera diçe kosîyan ji helqé ra diçe masîyan.
1363-Ji xezalé bezatir tune lé rizqé xwe duxwe.
1364-Ji bo zaroka hev kuştine ji goré rabune bala xwe dané zarok bi hevra dileyizin.
1365-Ji xelqéra gule ji xwera kule.
1366-Ji helqé ra jîre ji xwera kore.
1367-Ji helqé ra edete ji minra qebehete.
1368-Ji helqé ra cih û ware ji minra erdé sare.
1369-Ji qijiké qelı çénabe.
1370-Ji çavé kor nayın hésré sor.
1371-Ka ,ya teye ,ma kadîn jî yate ye.
1372-Kalbuné limin kar kir xortanîyî mala xwe barkir qîza rîya xwe guhurî buka dilé xwe jimin sarkir.
1373-Kalé bé nefsî pîré bé kesî her duya li hev pirsî
1374-Kale lé, gale gale.
1375-Kalo ne mire bihare pîré nemire pincare.
1376-Kanîya ku av té bizé namirçiqe.
1377-Kar birayî ziraré ye.
1378-Kar karé keraye, bext, koşku seraye.
1379-Karé diné na qede.
1380-Karé fesadan tim tevdane.
1381-Karé îro nehéle du nîvro.
1382-Karé îro nehéle sibé.
1383-Karé ku tu nezanî dest pé neke.
1384-Karé nezana xwedé dide duzana.
1385-Ka kevin teze nede baé.
1386-Ké buke ew péra berbuye.
1387-Ké gotîye dizo malî ava.
1388-Ké karé pir kir gezıya xwe kurkir.
1389-Ké kir xatun mér kir xatun ké kir dar qun mér kir darqun
1390-Ké nané min xwar tirba min kola.
1391-Ké tir kir?xerébé gund kir.
1392-Ké vegerendin mirı yé ku çel kirî.
1393-Kabanî an melune an mehrume.
1394-Kabanî bun sisi kodik dane ber sé.
1394-Keça axa qelené mirtiva?
1395-Kené bé ara té ji kulé dîwara.
1396-Ker bi gemu hevsar mér bi sozu qerar.
1397-Kero weke hero.
1398-Kera bi guh meke.
1399-Kes delalîyî kesî xwedî nake.
1400-Kes bi mirîyanra naçe goré
1401-Kes ji birçîna ne mirîye.
1402-Kes li gundéme nema birayî min bu keya.
1403-Kes malé xwe nade kesî.
1404-Kes nakeve gora kesî.
1405-Kes nikara nesîbé kesî buxwe.
1406-Kes nizane ké dike ké dixwe.
1407-Keysa te ku hat nedé firsetu milat
1408-Koné reş waré xweş.
1409-Koniké pîré xweştire ji qesra mîré cizîré.
1410-Kanîya jé avé diwu kevira ne véjé.
1411Keda helal bibe mu, naqete keda heram, bibe werîs diqete.
1412-Kesé jinekî bîne ya ture pere yanji bare derew.
1413Kevir çiqa di avéda bimıne nerm nabe.
1414-Kihél di bin mérxasada dibeze.
1415-Ku nané meriv di turé qelqédabe bi minete.
1416-Kaya kevin ne de bayé.tişte jé dernayî.
1417-Ka reş bela seré keré ye.
1418-Kanîya ku tu jé avé dixwu pîs neke.
1419-Keşke ruyî kebanî reşke.
1420-Kar li çoké zirar li qiréké.
1421-Kar şére wexta dest pé dikî dibe rovî.
1422-Kar û zirar biré hevin.
1423-Karé séwî nabe nérî.
1424-Kar har bibe sermîyan winda dibe..
1425-Kız û xorté malé ,gula malé ne.
1426-Keça baş ruspîya bavane.
1427-Keça malan buka xalan.
1428-Keça axa bi qelené gavana nabe.
1429-Keçik wekî séva daré ye her kes kevir davéjé.
1430 Kara mezin zane bune.
1431-Ken ji dilé geş şilî ji ewré reş té.
1432-Ker bi deng na zire.
1433-Ker çi dizane zeferan bihaye.
1434-Ker here ku kurtané wî hazire.
1435-Ker kere lé ducara nakeve herîyî.
1436-Ker kete herîyî xwayé keré, ji her kesî kuwettire.
1437-Kera li ber kera girédin bila ji hev hînbin.
1438-Koro nemire bihar té pîré nemire qîbar té.
1439-Kes hişé xwe nade bi yé kesî.
1440-Kes bila li bo nefsé xwe navéje hepsé.
1441-Kes di mala xweda şerm nake.
1442-Kes halé kesî nizane.
1443-Kes ji birçîna na mire.
1444-Kes nabe hevalé ketîyan.
1445-Kes nakeve gora kesî.
1446-Kes naxaze kes jiwî çétirbe lé dixwaze kuré wî çétirbe.
1447-Kes nikara rizqé kesî bixwe.
1448-Kes qismeté kesî na xwe.
1449-Kesé xéré nayî déré.
1450-Kesî ji fesadîyî xér nedîye.
1451-Ketina ji keré li ketina hespé xirabtire.
1452-Kevir û kuçik li min barî, xéru xweşı li te barî.
1453-Ké buke ew berbuye.
1454-Kirinek ji hezar gotina çétire.
1455-Kodika tijı li ya vala nexe.
1456-Koné reş kémasîyî qebul nake.
1457-Kor çi dixwaze du çevé sax.
1458-Kor koré xwedé ne ,nîv kor bela dinéne.
1459-Ku nekî lez û bezî nagihîjî tu mirazî.
1460-Ku tu boyî mîr xwedé neke ji bîr.
1461-Kula sa di ziké guranda ye.
1462-Kulé xelké tén ji çil û çîyan kulémin tén li ber pîyan.
1463-Kulîn ku tijîbe jina malé jin dibe.
1464-Kum ket gurîbun der ket.
1465-Kurmanc tére xew jé ra xére.
1466-Kurmé daré ji daré nebe zevala daré tuneye.
1467-Kuçik bi dél qusandiné nabe tejî.
1468-Kuçik goşté hev na xwun.
1469Kuçik ji bo nanekî şikevteki di herimîne.
1470-Kuçik pé li déla kuçiké nake.
1471-Kuçik xwedîyé xwe nas dike.
1472-Kuçiké birçî na ewte.
1473-Kuçiké dev xun ra lé nabe.
1474-Kuçiké mine li deré xelké di ewite.
1475-Kes nabé dewé min tirşe
1476-Karé necara qliké dara.
1477-Ker dimire kurtan mér dimire nav dimîne.
1478-Kurmé daré ji daré nebe zewala daré nîne.
1479-Koné pîré jé ra xweştire ji birca mîré cizîrî.
1480-Keçik teşîyî dirése,lawik tîr û kebané bavé ra dike.
1481-Kevir li sér kevir nabe.
1482-Karé demekî çétirtire ji axwtina salekî.
1483-Ked,ji ewlad şirîntire.
1484-Kero wekî hero.
1485-Kera girédin bal kera bira hınbibin fiso tira.
1486-Ké vefaya ew biraye.
1487-Kelem cihéte li kuye got ba dizane
1488-Karé îro nehél sibé
1489-Kes pirsa bavé nake lé pirsa dayîké dike
1490-Kengé can derdikeve giné xweyî der dikeve.
1491-Kurmé şîrî heta pîrî.
1492 -Ku te girt bernede ku berda peynekeve.
1493-Ker dé herin ba kera.
1494-Kihél di bin mérxasa da dibezin
1495-Ku nané meriv di hebana xekéda be xér tune.
1496-Kuma daynin, pirsa jé bikin.
1497-Kumé xwe bi xwelî daye seré xwe.
1498-Ku roj çu idî venagere.
1499-Ku kezeba meriv neşewite hésir ji çav nayîn.
1500-Ku gotinek kete zaran wé bikeve bajaran.
1501-Lawé derewîn carekî dixwe firavîn.
1502-Lawik guze. nevî kakile.
1503-Lawiké me çu seferé me got merîyî jé deré hat dî
1504-Lév ji diranan péşvatirin.
1505-Li alîkî şîne li alîkî şahîye.
1506-Li ber defa bé deng direqise.
1507-Li derîyî xelké nexe bi tilîya wé li derîyî te xin bi penîya.
1508-Li ser sifra séwîyan tén dengé kevçiyan.
1509-Li te xweşe limin bîstu şeşe.
1510-Li ziké wı dixin dibé ax pişta min.
1511-Ling bune serî, serî bune ling.
1512-Lingé geré nakeve bin beré.
1513-Lingé mar di ziké mar dane.
1514-Lingé min nexe sola teng.
1515-Lingé xwe gorî lihéfa xwe diréjke.
1517-Lév péşvatîré diranaye.
1518- Lewmé xelqé ji azabé goré zortire
1519-Li heyfa bavé gerya quna dayé derda.
1520-Li erdé beyanî nemîne bé xanî.
1521-Li cem bé ara herdem bihare
1522-Lé méşé hilde péşé.
1523-Li pişt dé û bavé pesné xwe nede.
1524- Lime hereket li xwedé bereket.
1525-Leşkeré roméye nan li ser çokéye.
1526-Lév ji diranan péştire.
1527-Li berbayî kesî nekeve.
1528-Li ber çava buye maré reş.
1529-Li ber defa bé deng di reqise.
1530-Li ezmana gerîya li erdé dît.
1531-Li gorî, maké golik paki.
1532-Loma neke wé bén seré te.
1533-Ma te kapek xwarîye.
1534-Ma te navika wı birıye.
1534-Ma te rîya xwe şaş kirîye.
1535-Ma tu, herfa qurané ye.
1536-Mafé méran nayî winda kirin.
1537- Mal bi jina ava dibe.
1538-Mal birçîye kebanî li ber çiye.?
1539 Mal bu dudyan dew ma li sépîyan.
1540-Mal here té şuna xwe can here nayî şuna xwe.
1541-Mal ji mişkan rureşe.
1542-Malxwtî kete desté kuré rizq birî.
1543-Mal qiréja destane.
1544-Mal tére kebanî şére.
1545-Mal xîzane kebanî nezane.
1546-Mala bava gula geşe mala méra roja reşe.
1547-Mala bava zeynetin ava céré wan şerbetin dayik ku dimirin zeyı tén li bal jin biran bé rumetin.
1548-Mala bé serî wek xanîyî bé deri.
1549-Mala bu sé jin xirab bu ji bin.
1550-Mala buké def u zirneye mala zavé hajé nıne.
1551-Mala kura mala dura.
1552-Mala méra çétire ji mala mîra.
1553-Mala méra kanîya zéra.
1554-Mala pîré gora pîré ye.
1555-Malé axé diçe cané xulam diçe.
1556-Malé bi névî jé neke hévî .
1557-Malé bi xér car dizvire cem xawdî.
1558-Malé diné goşté cane her kes nikare jé ke bavéje.
1559-Malé bi xér ji bo roja xirabe.
1560-Malé diné qiréja destane .
1561-Malé diné şirıne.
1562-Malé heram serî binî puçe.
1563-Malé hévişandî nabe xuré xweyî.
1564-Malé ku ba dibinra here nabe milk.
1565-Malé malyemeza xuré tarîx bilmezane.
1566-Malé neke ne ji kuré qenc ne ji yé xirabra.
1567-Malé pir bé heram xeberdané pir bé derew nabin.
1568-Malé qelp li xawedîyî xwe ved gere.
1569-Malxwetî kete desté kuré rizqé salekî bi carekî birî.
1570-Mar nabe yar.
1571-Mamasîyî mezin di ava hidikta najîn.
1572-Masî çiqa di goléda bimîne na be hut.
1573-Ması di serîda bihn dide.
1574-Mebin dijminé xiraban bibin dijminé xirabîyî.
1575-Megere li cihé kaş nebîne xwené şaş.
1576-Meke seré kesan neyî seré te wé bé seré pisé pisan.
1577-Mele her gotîye elîf û bé ne gotîye ré sere bila here.
1578-Mele tir kir civaté ji berve şerm kir.
1579 -Mér kuştin nerme nerm qîz xwstin germe germ.
1580-Me méjandin bi pésîran dane desté dijminan.
1581-Mişk çiqa xwelîyî dikole li seré xwe dike.
1582-Ma vir, bi kavire?
1583-Mala meriv gora merive
1584-Mafé méran nayî xwarin.
1585-Mal qoçé mérane.
1586-Mala bé serî wekî pezé bé şivan.
1587-Mala bé serî wekî kerîyî bé nérî,wekî xanîyî bé derî.
1588-Mala xwedé bi sebir ava buye.
1589-Malé diné li diné dimîne.
1590-Malé heram di rîya heramîyıî da diçe.
1591-Malé min bu bela seré min.
1592-Malxoyé min xelo be xarina min wé çilo be.
1593-Mare, bé cîh û ware.
1594-Masté payîzan bidne ezîzan.
1595-Mele, bi ilmé xwu axa bi zilma xwu té naskirin.
1596-Melé hirrî niviştek kir ji bo kurî beré dimîst niha dirî.
1597-Meriv carekî té diné carekî jî dimire.
1598-Meriv di qurané dajî şaş dibe.
1599-Meriv ji çi bitirse ew té seré merivan.
1600-Meriv kuştîyî şérbe ne girtîyî ruvîbe.
1601-Meriv li ber kanîyî tî namîne.
1602-Meriv mirîşka xwedî dike ji bu héka.
1603-Meriv tuyî erdé kir idî tuka xwe na alése.
1604-Merivé baş dilxweşé hevalan,kelemé çevé ne yarane.
1606-Merivé meriv carekî té xapandin.
1607-Merivé tirsonek her roj,merivé mérxas carekî dimire.
1608-Meriva,şîré xav métîye.
1609-Merivé bé bext pirbe, sera derbaz nebe.
1610-Merivé dîn naçe ser zîn.
1611-Meriv ku da avé çi li gavé çi li navé.
1612-Merivé bé welat mîna teyré bé kanat.
1613-Mér ku hebin şevé reş pirin.
1614-Méran hev dukuşt faté huru rovî dişuşt.
1615-Mér bé kesbe jar dibe, jin bé kesbe, har dibe.
1616-Méré mér ji parava lé naxe.
1617-Méré mér pesné xwe nade.
1618-Mîha xerîp li rexé pez mexel té.
1619-Min xelq hîmé govendé kir niha kes desté min nagire.
1620-Mirîşk di xwena xweda qut dibîne.
1621-Mirîşk reşe lé hék sipîye.
1622-Mîh bi pé xwe bizin bi pé xwe her kes diçe ser emelé xwe.
1623Mala méran kanîya zérane.
1624-Mîr jî dimire evdalé pîr jî dimire.
1625-Me got léxe me ne got bikuje.
1626-Mala bé ga bé golik nabe.
1627-Méré qels ducara şer dixwaze.
1628-Mérî venagere bi girî.
1629-Miraz bi dilbe bira kevirbe.
1630-Mala kalû pîra çétire ji mala axa û mîra.
1631-Mirî ne melunbe gor lé teng nabe.
1632-Mali diné li dine bimîne.
1633-Mar ji punge heznaké,punga li ber poz şîn dibe.
1634-Mirî bixérbe mirîşo bixwe té.
1635Mar nabe béjehr.
1636-Me buk anî bilezubez meda rezu pez sivika malé bume ez .
1637-Mizgîn dane keré gotin jitera deşikek bu got barémin li ser piştamine.
1638-Mévan ji mévana acize xwyé malé ji herduya aciz.
1639-Ma ezé nan buxum şîreta lite bikim.
1640-Malé bavan li ber çavan.
1641-Méré kurmanç ku tér duxe yan dukuje yajı jin direvîne.
1642-Malame li ser pişta meye,
1643-Mala bavé buké gavane, qelené buké girane.
1644-Meriv çi ji xwedé bixwaze xwedé wî dide meriv.
1645-Meriv çiqas devleti bibe ewqas çikus dibe.
1646-Meriv giré xwe bi desté xwe nexwerîne rihet nabe.
1647-Meriv heye dewletîye, meriv heye dewlwt dîye.
1648-Meriv birına xwe bi xwe dizane.
1649-Meriv ji qehra xwe davéje behré.
1650-Meriv li nîvé zeraré biz vire ew jî kare.
1651-Meriv li welaté nenas dikara bike pars.
1652-Meriv layîqî çibe xwedé ewî dide merivan.
1653-Meriv netirse li xwe na pirse.
1654-Meriv nizane ji merivanra çi xére.
1655-Meriv nizane di qedera merivada çi heye.
1656-Meriv piçik piçik diçe ber kuçik.
1657-Meriv sa dide xatiré xwedîya.
1658-Meriv xerabîyî neke xirabî nayî péşya meriva.
1659-Merivé aqil sivik tu cara léneke rik.
1660-Merivé bé guman bé dıîn û bé îman .
1661-Merivé bé huner wekî daré bé ber.
1662-Merivé bi civatî neyî ré, bi hevsar té ré.
1663-Merivé cefayî nebîne sefayî nabîne.
1664-Merivé deng bej tim navé wan di béj.
1665-Merivé dîn naçe ser zîn.
1666-Merivé lal jé neke tu sual.
1667-Merivé nezan dike pirsé erzan.
1668-Mezin kir bi nané xwe xiste agir berda cané xwe.
1669-Mezin li malé tu nebe pişta xwe bide dîwarekî mezin.
1670-Mezinan got piçukan firot.
1671-Mér bé itbarin jin parsu xarin
1672-Mér bi navé xwe şér bi lepé xwe
1673-Mér çav li der jin xawlî ser.
1674-Mér mére caran rovî,caran şére.
1675-Mérémér dukuje çal jî dike.
1676-Méréxirab tenîya bi done.
1677-Mévan bi deh qismeta té yekî dixwe neha dihéle.
1678-Mévan bi nanu avé xwe va tén.
1679-Mévan mévan na xaze xweyî malé her duyan jî na xwaze.
1680-Mévan rojek dudu sisé?
1681-Mévané bé wext ji kîsé xwe di xwe.
1682-Mévané bi dest û vala neçine mala.
1683-Mévanî xweşe şev u rojekî.
1684-Mirazé bé dil mîna girara bé kundir.
1685-Mirazé bé dil mîna gayî bé cil.
1686-Mirazé bé dil mîna bxé bé gul mina kirasé bé mil.
1687-Mirîne héjayî şıné ye.
1688-Mirî dimire ji nu şirîn dibe.
1689-Melevanî bi bask û mélé xwe.
1690-Meriv bi gotiné dewar bi ajotiné.
1691-Meriv di heftan da çibe di heftîyanda jî ewe.
1692-Meriv nabe dizé malé xwe.
1693-Meriv ji çi bitirse ew té serî
1694-Mér bi ru yû sinbél,jin bi por tén naskirin.
1695-Merivé bé xîret qelew dibe.
1696-Méré ké pirbin ew mére.!
1697-Mîh pé li berxa xwe nake.
1698-Mîna guré yekane .
1699-Merivé, li hévîya hespé qelké tim peyaye.
1700-Merivé derewker tim xwe dixapîne.
1701-Néçîramin té guyı îmin té.
1702-Namus barekı girane.
1703-Namus û xîret ne bi peraye.
1704-Nan hat quran hilat.
1705-Nan û dew xwarina derewîne
1706-Nanu mast xwarina rast.
1707-Nané bé xwé di xwe tiré şidyayî dike.
1708-Nané gilgil ne tu nane ewqas mal pé ne wérane.
1709-Nan xwuré îsa diacîyî musa.
1710-Nanekî ceh tase dew tişte nîne lé méré qels tu nîne.
1711-Navo girano malo wérano.
1712-Navé gur der ketîye lé rovî diné xirab kirîye
1713-Ne adare ne nîsane roja feqîyî teyrane.
1714-Ne bi lezî ne bi bezî kes naghîje tu mirazî.
1715-Ne radizém li cihé kaş ne bibınin wené şaş.
1716-Ne feqîré poz bilind nejî mévané mal di gund.
1717-Ne malé pir ne gerdena stur.
1718-Neke seré kesa wé were seré pissé pissa.
1719-Néta dil qeda serî.
1720-Nikare bi keré, banz dide kurtané
1721-Nan bide nan péja bila nanek lé zédebe.
1722-Nîv mele dın,nîv hekîm can dibin.
1723-Nané yekî roda çu got bila xéra bavé minbe.
1724-Nané romîyan li ser çokane.
1725-Ne şeytan bibînim nejı lenet lé bibarınim.
1726-Ne şeytan dibınim nejî kulwela di xwnim.
1727-Nav girano gund vérano.
1728-Neçe wî erdé ku kesîte lé nîne.
1729-Nu hatin kevn xelatin.
1730-Ne feqîré qure, ne zengıné diz, nejî maqulé derevker.
1731-Navé gur derketîye lé rovî dunya xirab kirîye.
1732-Ne xwar ne da hevalan genîkir avîte nevala .
1733-Nivişta bé tişt xweyî xwe kuşt.
1734-Neynik eyba meriv nîşan dide.
1735-Nîsane buka meha û salane.
1736-Nîne buxwe nan û jajı, xwedî dike tule û tajî.
1737-Niviştek çékir ji qîzéra,gu hat bi mîzéra.
1738-Nehjî dehjî birayé hevin.
1739-Nifira bé binî vedgere xwyé xwe.
1740-Néta dila qeda sera.
1741-Néçîrvan kewé xwe di mijéda ber nade.
1742-Néçîrvan di xewna xweda néçıré dibîne.
1743-Néçîrvan gote rovî ezé kurkekî li tekim rovî got çermémîn ne guré bese.
1744-Nezano xîzano.
1745-Nizanim rihetîya canim.
1746-Newroz xelas bun daw û doz nema li erdé idî toz.
1747-Nevroze ser sala dine dîtina memû zîne.
1748-Netirse ji ava xuşxuş bitirse ji ava nermik.
1749-Ne pir şirîn be xelq te buxe ne pir tel be xelq te ba véje.
1750-Ne méré tirtire ne keré zirzire.
1751-Ne méré şermok ne jina kenok.
1752-Ne bi malé pir ne bi gerdena stur.
1753-Ne jina pîr ne xarina bé sîr, ne peza bé şîr.
1754-Ne jina çiçik mezin ne méré qun mezin.
1755-Ne jina belaş ne xulamé bé meaş ne erdé kaş.
1756-Nav heye bixwe tuneye.
1757-Nav girane mal wérane.
1758-Nané tîré ava bîré.
1759-Nané méra li ser méra bi deyne.
1760-Nanu şîr xwarina mîr.
1761-Nanu pîvaz hebe ne xweşî çav reşî.
1762-Nan nerme zik çerme.
1763-Nan, ku bu kerî hev nagirî.
1764-Nan da berme tejîya xwe berda serme.
1765-Nan, bi ruva té xawrin.
1766-Namus ne jin tenéye.
1767-Namus avîtine ber seyî jî ne xawrîye
1768-Naçim cenet mi minet.
1769-Ne béje ké got béje çi got.
1770-Nifira bé binî cihé xwe na bînî.
1771-Parîyîmezin gewrî qeléşe.
1772-Parîyî gir bixwe qisé gir neke.
1773-Paşatî dane gewenda ewî beré bavé xwe darda kir.
1774-Pelé daré mizgînîya biharé.
1775-Pere pir tişte lé ne her tişte.
1776-Peza ji kerîyî xwe biqete diz dibe yanjî gur duxwe.
1777-Pé li déla kuçik neke bo ne girije.
1778-Pénc péçî ne wek hevin.
1779-Pîranî winda kir méranî.
1780-Piştı axé neke waxé waxé.
1781-Piştî tengasîyan fireyîne.
1782-Piştî tiré kezî kuré.
1783-Pir bike lé ji bîr neke.
1784-Pîré bé kesî kalo bé nefsî herdika li halé hev pirsî.
1785-Pirsa xwe bipîje paşé biréje.
1786-Pezi bé şivan guré bixwe.
1787- Pîvaz nexwî bihn ji te nayî.
1788-Pîrek bune mîrek.
1789-Piştîbarané keré cil neke.
1790-Pola ji pola naxwe.
1791-Piştî mirîya kes nemirîye.
1792-Piranî méranîyî vindadike.
1793-Pîré bawer nedikir ku mérke îja mal heşteka dixwze.
1794-Pale qelse, sedem dase.
1795-Paqıjî nîvé îmnéye.
1796-Paqijî rengu ru qilérî gend û gu,
1977-Péşî bifikire paşé biaxive.
1798-Parî yî xweş bide merivé xwé gotıné xweş bide dijminéxwe.
1799-Paşîya tarîyî tim runahîye.
1800-Paxir zere lé zér nîne.
1801-Payiz bi nîşane çaxé dewetane.
1802-Perda ber çavé wi tune.
1803-Péşyé diçim geza paşyé diçim refesa davéje.
1804-Péşyî hespé bikire paşé afir çéke.
1805-Pirs bike ji serhatîyan, ne ji serborîyan.
1806-Rovî ne diçu qulé hejek déla xwera giréd.
1807-Ranazém li cihé kaş na bibînim xwené şaş.
1808-Rastî ji virek,mal ji dizek nayî pirsîn.
1809-Reşé dé û bavé spî nabe bi sabun û avé.
1810-Rewşa konan çîtû stunin.
1811-Ré bi çuyuné xilas dibe.
1812-Ré bi çuyîné deyn bi dayîné tewa dibe.
1813-Ré rîya miréné be jî, tu her li péşbe.
1814-Roj nayî temirandin
1815-Roja çu paşva nayî.
1816-Roja tengasîya mérekî çé yanjî çîya yekî asé.
1817-Rojeke gulé yeke şîlané
1818-Rovîyî gerîyayî ji şéré ne gerîyayî çétire.
1819-Ré dibe buhust dijmin nabe dost.
1820-Ru spî dibe dil pîr nabe.
1821-Rewşa kévruşké reve.
1822-Réya diréj bi gavé puçuk dest pé dike.
1823-Réza éş li mal nabe.
1824-Roja dew hebe nan nîne nan hebe dew nîne.
1825-Roja xwş serîda xwşe .
1826 -Ré dibe buhust dujmin nabe dost.
1827-Reng,rengin lé sor bi dengin.
1828-Rüyé reş ne hewci teniyéye.
1829-Réya ezman berware.
1830-Roj diçe bela naçe.
1831-Roviyé şareza bi du ling dikeve telé.i
1832-Réncberé xwbe né ağayé xelké.
1833-Ra li dizîyî dibe li zimané nabe.
1834-Ra li her tiştî dibe li miriné nabe.
1835-Rahiştina keviré mezin işarete lé nexistinéye
1836-Rast bibéje rast can bidî.
1837-Rasta ra zewal xara ra kemal tune.
1838-Réçréça kerîye fél féla peré ye.
1839-Rehmet li gora kefendizé ewilbe.
1840-Rîya xweş bi berayî da kifşe.
1841-Se goşté se na xwe.
1842-Se xwedîyî xwe nasdike.
1843-Ser destanra dest hene.
1844-Seré nav serîyan berané nav kerîyan.
1845-Silav li mîhane ne li rihane.
1846-Silav li parıîyî hazire.
1847-Siwar buna keré edete, peyabun qebhete.
1848-Suwaré keré ne tu suware, jina bi mér ne tu yare.
1849-Suwaré keran neghan tu deran.
1850-Siha diya siha biya, siha bava siha çiya.
1851-Siha qîza siha guza siha bira siha gura.
1852-Sofîyî remezané wekî keré du garané.
1853-Seré du berana di dîzekî da na kele.
1854-Sağ dibe şuna xencera lé sağ nabe şuna xebera.
1855-Seré li ber mineta bila biçe ber ziyareta.
1856-Seré hingî bimine quné ecéba bibîne.
1857-Slav li sifra hazire.
1858-Sünnet sünnete lé ne dı berda.
1859-Seré keçel dibin kumda başe.
1860-Sehé mine li ber deriyé xelqéye.
1861-Seré te jehro biné te behro.
1862-Sed bavé çé asil şiré dé
1863-Seré ne éşe bi desmala giré nede
1864-Seré navçîtîya té şikandin.
1865-Sinbél bi pişîka va jî heye.
1866-Suwaré tuté sibé diçe évaré zu té.
1867- Seré sax belgî na xwaze.
1868-Şerîet şermé naxwaze.
1869-Şev yeke diz hezar.
1870-Şér bi pencé xwe mér bi lepé xwe.
1871-Şéwir sine te.
1872-Şéxû mela bi hev ketin kiramet direvin.
1873-Şur kalané xwe na bire .
1874-Şur ku ji kalan derkeve idî nazivire.
1875-Şujina çavé xwe nabîne derzîya çwvé xelqé dibîne
1876-Şur méra tesîr nake tené giran tesîr dike.
1877-şuna şura qenc dibe şuna xebere qenc nabe.
1878-Şeré xab xatîyî pîse.
1879-Şér şére çi mé û çi nére.
1880-Şam dure lé mişar ne dure.
1881-Şam şekire lé welat şirintire.
1882-Şahidé rovi déla wiye.
1883-Şeré sibé ji xéra évaré çétire.
1884-Şeva reş qela méraye.
1885-Şur kalani xwe nabire.
1886-Şerma diné ji ezabé kebré zortire.
1887-Şeytan nebin dé gur û mîh bi hevra biçérin.
1888-Şebu şekir çune diyarbekir şekir runişt dengé xwe nekir. şeb rabu pesné xwe kir.
1889-Şénaya gunda ji beraya rîya va kifşe.
1890-Şîn û şayî heval réwî.
1891-Şîn şîné şayî şayî tîne.
1892-Şivik û cixare ji hevalekî xirab çétire.
1893-Şéx na firin murîd wan difirînîn.
1894-Şéwra jinan bérîya bizinan.
1895-Şev réwîli rîyan qeda li ber pîyan.
1896-Şur kéşo qeda li péşo.
1897-Şur şam xencer, mam jin dotmam.
1898-Şur sinbélé na bire.
1899-Şuré tazî xun dixwazî.
1900-Şuna şéran mane kundé déran.
1901-Ta ji miréné çétire.
1902-Tasa li derva bimîne kuçik dalése.
1903-Tasa vala çingn jé té.
1903-Tendur bi tir û fisan germ nabe.
1904-Teyré sîmir héluna xwe li çîyayî bilind çédike.
1905-Téjiké meran bé jer nabe.
1906-Tér, bi halé birçîyan sax bi halé nexweşan nizanin
1907-Tifaq çîya werdigerıne.
1908-Tişté bi névî jé neke hévî.
1909-Tişté dest dike bav û dé nake.
1910-Tu bibî mır xwedé neke ji bîr.
1911-Tu nané ké bixwi tuyî şuré wîbikişını.
1912-Tu wek nané sélé yî ne beré te ne pişta te.
1913-Tu rast béje bila li,xwedé xweş were bila li qxweş neyî.
1914-Te deve nedît ma te buşkulé pirézéjî ne dıt.
1915-Tişta beleş wekî leş.
1916Tişta çu nede du gava bidî du dibe gu.
1917-Tirs ne kémaye tirs méranîye.
1918-Tu bi hirî bubayî tu lé nav keriyada bubuyî.
1919-Tu cehenemé nebînî buheyş bi te nexwşe.
1920-Tu çi téxî kewaré ewé bé xwaré .
1921-Teyré wit witanî te mala xwu xirabkir malamin serdanî.
1922-Timaî kémaîye
1923Ta bi ta dibe rih
1924-Taji bi zoré nare néçiré
1925-Timayî karé cuhuya ne.
1926-Tirsa gur ji barané heba wé ji xwere kulavek çékira.
1927-Tajîyé berda xezalé herduka jî gazî xwedé dikir.
1928-Tebaxe tirî Réxe.
1929-Tu çi biçinî tuyé wî hilînî.
1930-Tajî bi zor naçe néçîré.
1931-Talané tew élé dewete.
1932-Tas çingînî jé hat çi derew çi rast.
1933-Tava payîzan li seré ezîzan.
1934-Xezalé bezatir nîne lé nesîbé xwu dixwe
1935-Xal xale, çi genc çi kale.
1936-Xalé meriva cedé meriva ye.
1937-Xelq pîr dibe kamil dibe em pîr dibin bé aqil dibin.
1938-Xema kora nîne mal bé çiraye.
1939-Xeta xar di biné gayî pîr daye.
1940-Xewa birçîyan nayî.
1941-Xéré bi xwaze bila xér bé péşta te.
1942-Xirab kirin rihete çé kirin zehmete.
1943-Xîret ji îmané ye.
1944-Xun bi xuné nayî şuştin xun bi avé té şuştin.
1945-Xun nabe av.
1946-Xwdin û zanîn nayî talan kirin.
1947-Xarin nerme nerm karkirin germe germ.
1948-Xwaş xebere lé min ne bawere.
1949-Xazı xas ne buna buk bi dilé xwe buna.
1950-Xwedé bide nabé tu kuré kéyî.
1951-Xwedé çîya dibîne berfé lé dibarîne.
1952-Xwedé derdé bé derman ne daye.
1953-Xwedé derîkî bigire yekî vedike.
1954-Xwedé heye xem tuneye.
1954-Xwedé pîr dike ji bîr nake.
1955-Xuda heye kes tuneye.
1956-Xuda noka dide bé dirana.
1957-Xuda xirab anî diranéwî di peluléda dişké.
1958-Xudané xéra bune rebené devé déra.
1959-Xwstîya ruk reş, ne dana du ru reş.
1960-Xwş dibe şuna xenceran xwş nabe şuna xeberan.
1961-Xazil pi sala par.
1962-Xezal jiber kosı zozan lıxwu heram kir .
1963-Xwu mezin neke da tu neşkîyî.
1964-Xwazîya bi aqilé paşîyî.
1965-Xala xwrzî rakirin apa birazî dur kirin.
1966-Xwyé fendé dikeve bendé.
1967-Xayé sebré dibe mîré misré.
1968-Xwyé mirya kore .
1969-Xwdé goşt dide bé diranan.
1970-Xwun nabe av.
1971-Xem neke hemd bike.
1972-Ya méran lé hatine.
1973-Yaramim, lév gire lé ji tunebuné çétire.
1974-Yek héjayî hezarane, hezar ne héjayî yekîye.
1976-Yek ji me şîv be yek paşîve.
1977-Yé hingiv buxwe yé tilîya xwe bi alése.
1978-Yé kete govendé yé xwe bi hejîne.
1979-Yé ku zane zane yé ku nizane baqé nîskane.
1980-Yé nexweş namrin yé ecel hatin dimirin.
1981-Yé ser sekinîye yé binî nasekine.
1982-Yek adete du suhbete sé qebahete.
1983-Yek bi malé xwe yek bi cané xwe.
1984-Yekî qerazı yekî berazı ji hevra bune xal û xarzî.
1985-Yekî bixwe yekî hilîne.
1986-Zarok biketin û rabuné mezin dibin.
1987-Zemen çi zemane pişîk buye pehlî vane.
1988-Zérker qedré zér dizane.
1989-Ziké tér haj ziké birçî nîne.
1990-Ziman bé hestu ye.
1991-Ziké zaroka tijiye lé zimané wan nagere.
1992-Zor gizéré radike.
1993-Zor dizane zér dizane.
1994-Zar zare çi keç çi lawe.
1995-Zik tére çav birçîye.
1996-Zér bide zér keran.
1997-Qencîya bike bavéje avé.
1998-Qencîya ne dicîdabe belaye.
1999-Quna tezî temburé dixwazî.
2000-Quna hîmé tira, devé hîmé vira, ra lé nabe..
2001-Qantir nazé xwé şîn nabe.
2002-Qedré gulé çi zane;kelbeş divé keré reş.
2003-Quna wé quna mirişkéye héké qaza dike .
2004-Qala gur bike çov hazir bike.
2005-Qam qama méşane, deng dengé gaméşane.
2006-Qelené mirtiba didî kîza eşîra dixwazî.
2007-Quna hîmé tirabe ra lé nabe heta kuré kura.
2008-Qunawî quna mirışkéye héké qazé dike.
2009-Va dar va mişar.
2010-Vé diné teqe req heta here dinya heq.
2011-Wa hevîra pir avé hildide.
2012-Welat ji dé şirîntire.
2013-Welat xweşe bi welatîyan.
2014-Wî serî di erdékim ku çil serî jé ne biece.
2015-War ew ware lé bihar ne ew bihare.
2016-War waré héşîn bext bexté péşîn
2017-Waré xelqé ji merivra nabe war.
2018-Wek benîşt péva dizeliqe.
2019-Wek guré dev bi xun.
2020-Wek keré guh sist.
2021-Wek melé ne xwendî.
Amedekar KEREM SERHATLI