GOTÊNÊ PEŞİYAN
1-Agir bi dehlé bikeve ter û hişk bi hevra dişewitin.
2-Axivtin, zévebe ne axivtin, zére.
3-Aş berdaye pey çeqçeqé ketîye.
4-Aqilé sivik baré giran.
5-Agir bi mala vireka ket, kesî bawer nekir.
6-Ava pir, ser hevraz jî diçe.
7-Aqiléte eve aqilé kuréte çîye.
8-Aqil pir sermîyen e,ne karé her meriya ne.
9-Aqil,tacé zérîne. li seré her kesî nîne.
10-Agir bimala yekî ket yekîjî xwe li ber germ dikir.
11-Av çiqa di golada bimîne, genî dibe.
12-Aşé nezana xwdé digerîne.
13-Axa bi xulam xulamjî bi olam.
14-Agir bi daré hur hildibe.
15-Axa kendala dibe çékirina mala.
16-Avé da serseri, çi buhust û çi çar tilî.
17-Agir berda kayé xwe da ber bayé.
18-Av bi, béjînga na cive.
19-Axivtina nerm maré ji qulé derdixe.
20-Ahé bizina kol ji bizina koçra namîne.
21-Av, xwné dişo, lé xwn, avé naşo.
22-Ap birazîya, da dike. xal, xarziya ra dike.
23-Adare, dew lidare lé liberya şengale.
24-Adaré berf giha kulîya daré nema heta dané évaré.
25-Agir berda kozé xwda fézé.
26-Agir bi agir nayé temirandin.
.
27-Agir bi serémin ketîye tu firîké xwe li ber diqelînî.
28-Ava hidik da meriv na xeniqe.
29-Alim, ji bîr dike qelem ji bîr nake.
30-Alimek beranberé alemekîye.
31-An hero an mero.
32-Anî danî cihé xwe, rakire réhé xwe.
33-Aqil bi pera, naé standin.
34-Aqilé şîrê, heya pîrî.
35-Aş digere bi avé,law digİre péşé dé û bavé.
.
36-Aş digere aşvan pesné xwe dide.
37- Aşvan tu dem nabe poşman.
38-av di serkanîda şélu dibe.
39-Ava hédı hédı, me ecéb jé dî.
40-Ava bixwun, ji mesîlan, jina bînin ji esîlan.
41-Axa mér û jiné ji erdekî ye.
42-Axa, rîya tev dizane lé, réya qencîya nizane.
43-Adar wekı jina bî, geh dikene geh digirî.
44-Adaré se kete ber sîha daré.
45-Aqil li seryane ne lé diréjîya çokane.
46-Aré kewaré rızqé biharé.
47-Aş, bé aşvan, axa, bé xulam nabe.
48-Av her tiştî dişo lé eyban naşo.
49-Av dizane bin av çawane.
50-ava xwstıya naçe hestîya.
51-Ava bi herike kevz nagire.
52-Ava kur deng jé nayé.
53-A bi qelemé hate nivîsandin,bi biviré naé şikandin.
54-A dest û pé dikin bav û daé nakin.
55-A dilan di dilanda dimîne.
56-A dilan naé milan.
57-A her kesî bi wî xweşe.
58-A ku bike nivîs û qelem nikara bike mertal û şuru rım.
59-A ku te nedît ne béje.
60-A mele, bang dane.
61-A meriv bi xwe dike kes bi merivara nake
62-A meriva, léhatine ne jéhatine.
63-A nebuye, nebéje.
64-A qasıdan, gotine.
65-A şikestı çétire ji xwstî.
66-A te dit ji bîr neke.
67-A xwedé kir betal nabe.
68-A-zaré te, ji minra, a, qelpé te ji tera.
69- Adar bi duman, nîsan, bi baran, gulan, mala cotkar bu ava
70-Agir bikeve ku wira dişewite
71-Adare dew li dare şivan xwe male, kebanı bi kar û bare.
72-Adare dew li dare kofiya kebanîyî xware.
73-Adare, mast li mala kebanîya kubare.
74-Adare siba sare évaré kuçuk dikeve bin sîha dîware.
75-Adar wekî jina bîye,geh dikene geh digirî
76-Adar û newruze wek hev bun şev û ruje.
77-Adaré seré daré xwştire ji biné daré.
78-Adaré kuçik kete bin sîha daré.
79-Agir berda malé revî xweda palé
.
80-Agir berfé di xwaze xwelîyî na xwaze.
81-Agir pékeve bihna bosi jé nayî.
82-Agir, stara zivistané ye.
83-Agir û av, mıh û gur li bal hev nabin.
84-Agiré, dosta meriva naşewitîne.
85-Agiré eşqé germe di keve nav hestu û çerme ne dibéje fedî û ne jî şerme.
86-Agiré kûçûk a dereng sar dibe.
87-Ahé.mezluman namîne ji zaliman ra.
88-Ahé séwîyan namîne ji xwerta ra.
89-Alim ji bîr dike lé, qelem ji bîr nake.
90-Alimek wekî alemekî ye.
91-Alîyek ruye yek sinbéle.
92-Alîyek şîne yek şahîye.
93-Amenet heta qîyamet.
94-An barek dirav an barek direw.
95-An bixwe an birîje
96-An hilnegire bar anjî neke hewar.
97-An mérekî başbe, an bivir û das be, an bimire xilasbe.
98-An wekî meriva biaxive anjî wekî dewara bitepise
99-Anî ji derîya da xéra mirîya.
100-Anîn sinete berdan ferze.
101-Anîna bé esla rehete, xwey kirina wan zehmete.
102-Apo ne géje, dizane lé na béje.
103-Aqil bi dînanra çi dike? Çev bi koranra çi dike?.
104-Aqil bi peren nayî kirîn.
105-Aqil derxistne firotané her kesî aqilé xwe kirîye.
106-Aqil di serîyadane ne di ruhada ye.
107-Aqil ji bé aqila bigirin.
108-Aqil li serîyane ne li diréjîya milane.
109-Aqil ne ji puçuk u mezinayı ye.
110-Aqil ne di sala da ye, di serîya daye.
111-Aaqil ser aqila ra heye.
112-Aqilé kerî, se téda birî.
113-Aqilé xwe bi nan û dew ne xarîye.
114-Aré malan,runé malan emé bikin taştîya palan.
115-Aré kewaré hevra buxun hete biharé.
116-Agiré kezebé ji agiré tenduré germtire.
117-Aagıré qirşan wek dostîya tirkan.
118-Aş bé aşvan pez bé şivan nabe.
119-Aş bi xeyalekî aşvan bi xeyalekî.
120-Aş digere bi avé law hildide péşé bavé.
121-Av bi dİlop dilop dibe gol.
122-Av her tiştî dişo lé bé bextîyî naşo
123-Ava xwestıya bidne av xwestîya.
124-Aav heta nekişe zelal nabe.
125-Av zane binav li kuye.
126-Ava bin gayî deng jé nayî.
127-Ava çema xuşe xuşe koçer nabé dewémin tirşe.
128-Ava hédı zirar jé dî.
129-Ava sar di ziké birçîda naçe xwar.
130-Ava zelal téda xuyaye xemu xeyal.
131-Avé da navé.
132-Avé bixwe ji kanîyan jina bîne ji biyanîyan.
133-Avé bîne ji kanîyan jina bîne ji eslîyan.
134-Awiré egîta ji şuré newéreka tujtirin.
135-Axu ava meriv li kube meriv li wir dibe.
136-Axa mér û jiné ji çîkıye.
137-Axatî bi dayiné, méranî bi léxistiné dibe
138-Bedika hesenı xwe bi xwe pesinî.
139-Bana me yek bane, alık deyşte, yek zozane.
140-Baran di bare, ji xweyé zevîyîra kare.
141-Baran ji ewré reş té kéf, ji dilé xweş té
142-Baré ku tu nikarî nekeve bin.
143-Bav jı aş té kur pirsa bajaré dike.
144-Bavé te ku hat kuştın ha suwar ha peyan kuşt.
145-Bavé xalé xwu, dijminé malé xwu.
146-Baxé bégul wekî kirasé bé mil.
147-Bayekî şérî bayekî pîrî
148-Bayî gurgurî wekî jina virvirî.
149-Baz, pîr bibejî lé néçîra xwe nade kesî.
150-Bazara mal û bajaré wek hev nîne.
151-Bibéje min hevalé xwe, ez bibéjim tu kîyî.
152-Bila bibéjin lale nebéjin tirale.
153-Belaşe, wek laşe.
154-Belengazé, aqilé xweye.
155-Benîşt benîşte té cutin paşé puç dibe.
156-Beq bi avé serxweş dibe.
157-Ber defa bé deng direqise.
158-Ber goşt nakeve ber serpîya dikeve.
159-Ber keré ra derbas dibe ceşiké didize.
160-Ber sîha rovîda nebe, bila şér te buxwe.
161-Beré mévanan nedin wé bixwe herin.
162-Ber bayî dîna nekeve.
163-Beré dest desta dişo paşé ruya.
164-Beré bibe dîk paşé bang bide.
165-Beré gotina xwe bipéje paşé biréje.
166-Beré hespé xwe nal ke paşé rîya xwe hesapke.
167-Berf barî ku ling bicemide.
168-Berf li newala, pere li cem pintîyane.
169-Berfa ber évaré qiré tîne debaré.
170-Berfa hur dawî dur.
171-Berevkir ji derîya, da xéra mirîya.
172-Berxa îro, berané sibéye.
173-Beş, hat ji bu maldaran, avîtine ser hésîr û jaran.
174-Bé haveyn, şîr name ye.
175-Bihna dîya, té ji xatîya.
176-Bihna kiz. Té ji mala diz.
177-Bé îmanbe bé guman nebe.
178-Bé delîl meriv naçe ceneté.
179-Bé şéxu pîr, neçe dîwana mîr, da tu nebî feqîr.
180-Bi alastiné zik tér nabe.
181-Bi alemé bişéwire lé, bi aqilé xwe bike.
182-Bi aqilé vala tu nagihîjî hevala.
183-Bi carekî nan dayînî, nandar nabe.
184-Bi derewu vir kirî, tu car naçe serî.
185-Bi fisan hemam germ nabe.
186-Bu dizé sola xwe.
187-Bi girî, ranabe ji goré mirî.
188-Bi lezî tu kes nag hîje tu mirazî.
189-Bi ling bişimitî xwe digirî, lé bi ziman xwe nagirî.
190-Bi malé diné nefire.
191-Bi nané xelké meriv tér nabe.
192-Bi nanekî nandar nabî bi darekî mérxas nabî.
193-Bi parîyî xelqé, ziké meriv tér nabe.
194-Bi pey vîyî, baxir, nabe zér.
195-Bipirse jé ne tirse.
196-Bi pirsé meriv diçe qudsé
197-Bi qîzanî mîr bu, bi jinanî pîr bu.
198-Bi roj mirîyan di şélîne bi şev ji qure qura derî ditirse.
199-Bi sebré meriv dibe miluké misré.
200-Bi silava hec qebul nabe.
201-Bi stiranekî meriv nabe dengbej.
202-Bi şev réwı,li rîyan qeda li ser û pîyan.
203-Bi vé quşé tu naçî muşé.
204-Bi tedbîr, té kolandin bîr.
205-Bi xéra serîyan du xwe parîyan.
206-Bike kalan buxwe malan çidikî ji xorté kundir vala.
207-Bila boxéyî rojekîbe ne çéleka sed Salî.
208-Bila dereng be bila başbe.
209-Bila dijmin be bila camér be.
210-Bila dilémin rihetbe bila xarina min xwalî be.
211-Bila dilé meriv rihetbe bila tasek av, nanekî ceh be.
212-Bila dolamin law be bila kirasémin cawbe.
213-Bila li şaristané be ne li goristané.
214-Bila meriv mérbe bila rojek li dinébe.
215-Bila méré min mérbe serémin li ser kevirbe.
216-Bila mérémin mérbe bila cihimin ber dîwarbe.
217-Bila meriv derdé dila bibine éşa dirana nebîne.
218-Bila meriv kuştîyî mérabe ne girtîyî qelse mérabe.
219-Bila meriv kuştîyî şéra be ne gîrtîyî rovîyabe
220-Bila meriv lé pé be li goré be.
221-Bila meriv ji tedbîrî nemîne bila tedbîr ji meriv bimîne.
222-Bbila meriv mér be, rokî li diné be.
223-Bila merivatî zirav û diréj be ne kurt û kalin be.
224-Bila namusa meriv li cîbe, bila parîyî meriv nîvcu be.
225-Bila nav hebe, qe nan tunebe.
226-Bila navé meriv der nekeve, bila quna meriv derkeve.
227-Bila navé mirina meriv derkeve navé xirabîya meriv der nekeve.
228-Bila navika meriv derkeve ,navé meriv dernekeve.
229-Bila parîyî meriv nîv be bila namusa meriv li cîbe.
230-Bila parîyî te bi run be bila seré te bi xwun be.
231-Bila rezé min li nav reza be bila tirî limin heram be.
232-Bila rîya durbe ne gora kur be.
233-Bila serî hebin, kum gelekin.
234-Bila sinbél bi don be bila serî bi xwun be.
235-Bila suhuda meriv hebe bila çevé meriv tunebe.
236-Bila sorbe penc quruş zéde be.
237-Bila şîn di malada hebe ,şer tu ne be
238-Bila tu gur buyayı bila te kera min bi xwara
239-Bila xirabî ne limin be, bila yalé dijmin be.
240-Bila xwedé heval be şuré desta dar be.
241-Bila xweşbe bila roja reş be.
242-Bila yekbe bila bi xér be.
243-Bila zik térbe bila tijî kel û pel be.
244-Bilbil bi dengé xwe, mérxas bi cenga xwu.
245-Bilbil kirine qefesa zér, got ax welat.
246-Bilind ne fire ku tu nimiz nekevî.
247-Bilur a ber kera çira ber kora.
248-Bin sîha darekîda hezar pez mexel tén
249-Bira bira, par û peşk li hev xwuya ye.
250-Bira ji hev cuda dibin, heval ji hev cuda nabın.
251-Bira nade bira her derî vedi be bi pera.
252-Bira ne xér xwazé bira be, ewé li bin desté ne yara be.
253-Biratî bi rastî.
254-Birayî xirab jé cudabe, cînaré xirab bihéle bireve.
255-Birîna bi xwe kiran, derman nabe.
256-Bi xwaze ji hevalé xwura héstirekî, da xwedé bide te kerekî.
257-Bizina li dawîyî bimîne xweré gurane.
258-Botan bi mîrî xwe, şervan bi şuré xwe.
259-Buk anîn bi lez û bez, dîsa sivika malé bume ez..
260-Buk bi dilé zavé ye
261-Buka apé kete kapé, buka xalé delalîya malé.
262-Buye hîva bin ewir.
263-Buyî mér xwedé neke ji bîr
264- Buké bé ziman xwsıyé bé dîn û îman.
265-Beré xuşka ber bira, beré bira ber çîya.
266-Ba li dara nexe, dar naleqe.
267-Barî bihare, ne barî xedare.
268-Bav dimire zarok har dibin dé dimire zarok jar dibin.
269-Bav, rezek da law, law goşîk tirî neda bav.
270-Bav naé dîtin lé bira té dîtin.
271-Bavé qîza sultane.
272-Baverî bi dijmin nayé
273-Bayé germ işareté baranéye
274-Bedewé, çav kilkir dilé xorta kul kir.
275-Bela , gut ez tém.
276-beq ne qure wé bidire.
277-Berdana jiné adeta diné
278-Beré buxwe paşé bişékirîne.
279-Beré gul bu barané léda şilbu.
280- Be ré barané,baye beré miriné taye.
281-beroşé got binémın zére, heské got lé ez li kume?
282-Berxé nér ji bo kéréye
283-betalî xirab malî.
284-Bexté dé , cihézé kîzé
285-Bexté xaînan tune.
286-Beza belgîré, zu xelas dibe.
287-Bé derpé, bigere sutuyé xwu xar neke.
288-Bé haveyn, şîr nayé meyandin.
289-Bé pişt na be tişt.
290-Bé şéxekî naçim dîwana mîrekî
291-Bé Xwdî mal nabe bé mal xwdî dibe.
292-Bé, zehmet rehmet nabe.
293-Bé ar, ar nake tum kumé xwu xar dike.
294-Bé bextı, karé méra nîne.
295-Béder bi ba té bakirin, eşir bi tifaqé té rakirin.
296-Bihna bava té ji apa.
297-Béhna xweş mî gula geş.
298-Bé xîretî bé îmanî ye
299-Bi aqilé vala vekî mindala
300-Bi destu pé bişiqitî tu dikarî xwu bigirî, bi dev nikarî.
301-bi ramusana dest lév qiréj nabe.
302-Bi gérî ji goré ranabe mirî.
303-Bi gur ra ,di kuje bi xwdîra şîn dike.
304-Bé hevalé xwe nekene wé bé seré te.
305-Bi gotiné mela bike bi kiriné wan neke.
306-Bi keré nikara banz dide kurtané.
307-Bi kevçî da hev bi heské belav kir.
308-Bi minet na çim cenet.
309-Bi nanekı nabı nandar bi gotinekî nabî xwandekar.
310-Bi gotiné péşta naçe bi kiriné diçe.
311-Bi pirsî diçime rusî
312-Bi tejîyî xelqé néçîr nabe
313-Bi wé kuşé naçî deşta muşé.
314-Bi bendé xelqé ne keve çelé.
315-Bibe hevalé kesé te digirîne.
316-Bi gere li gundan bibîne rindan.
317-Biharé pez,payizé rez sivistané ez.
318-Bikin kala bxwun mala nekin xorté kudur vala.
319-Bike ji minra bixwe ji xwera.
320-Bila dil bi dilbe bila welat durbe.
321-Bila dil bi dilbe bila turé parsé li milbe,
322-Bila li hepisxané be ne li goristané be
323-Bila meriv kuştıyı şérabe ne seroké rovıyabe.
324-Bila meriv xwundarbe ne ku deyndarbe.
325-Bila mérbe kelemé ber çevé dijmin be.
326-Bila mér lawbe kirasé jiné cawbe.
327-Bila mérémin mérbe bila xwarınamın garisbe.
328-Bila navika meriv deré navé meriv derneyi.
329-Bila serî hebin kum zehfin.
330-Bila şarıstanbe ne goristanbe.
331-Bila rumeta meriv li cîbe, parîyî meriv nîv cube.
332-Bila şîn bikeve malan ne ku kîn bikeve malan.
333-Bilind ne fire, tuyé nimiz bikevî.
334-Binére li domé ne li komé.
335-Binge, berda pey koliké ketîye.
336-Birîna hevala mîna tîra gendala.
337-Birîna xwe bi desté xwe derman bike.
338-Birîndar birîna xwe dizane.
339-Béxwuné bibe tişt, ku bibî pişt.
340-Bizin té nérî bi dizı lé eşkere dizé
341-Beré havîné bavéje kulîné
342-Bi dest bide, bi ling peykeve
343-Behr bi devé seyî heram nabe
344-Bertîl kevira nerm dike
345-Bira biraye, bazar cudaye
346-Bexté romé tune
347-Berxa xelké ji merivara nabe beran
348-Bi pirsé diçe exsé
349-Bila hesp çébe bila bé nalbe
350-Bıstu yeké adaré berfé avîte nîvé daré, nema dané, évaré
351-Berxé çé, berkozé da çéyé
352-Bi xatiré xatira diçin ser diné kafira
353-Ba ça té, bédér wisa té bayé
354-Bar naçe li ber keré, lé ker diçe ber baré,
355-Bila meriv dîké rojekîbé, ne mirişka salekîbe.
356-Bu dizé sola xwu.
357-Bihar bi guleki nayé.
358-Bizin bizine pé kol dİke, paşé mexel té.
359-Bila baş be bila kîza sa be.
360-Bé pîrekî naçin dîwana mîrekî.
361-Bila şér pişta meriv bişkéne, ne rovî devé meriv balése .
362-Béla xwdé yarbe dunya hemî neyarbe.
363-Buk li serpişta hespéye kes nizane kismeté kéye.
364-Ban qulbe bin ban şildibe.
365-Baran disekine, ga bi cildike.
366-Bela, téne seré méran.
367-Bext nadim bi text.
368-Bé derpé bé kiras bigere stuyé xwu li ber zalima xwr neke.
369-Bi her kesî bişévre lé bi akilé xwu bike.
370-Bila avisbe kengé dizé bila bizé.
371-Bila kîzbe, bila pîrbe.
372-Berf li çiyan dibare.
373-Biziné ji mihé ra got;min ewa te dit.
374-Beré barané ba ye,beré miriné ta ye.
375-Barî giran para kera ne.
376-Bermal xwedana malé ye!
377-Bila buhur be bila kur be.
378-Bila ré be bila dur be.
379-Bila mé be şîr kismete.
380-Bila dil be dil be, turé parsé li milbe.
390-Birindar birinaxwe dizane.
391-Bi xweziya, dest nagîje kezîya.
392-Barek pirtuk li keré ke dîsa kere.
393-Baré ketîya, kes ranake.
394Baré diné li méré,baré méré li jiné.
395-Başbe lé ne belaş be.
396-Bavé bé kîz vekî bağé bé rez.
397-Bavé te ji bu te çand tu jî bu kuré xwe biçine.
398-Beg rumeta bega. Şivan rumeta şivan dizane.
399-Ber (kevir)dernexun nabe ,kefa destan lé mu şın nabe
zayina kantıra nabe.
400-Ber(kevir) li cihé xwe da girane.
401-Berf ketîye ku ling bicemide.
402-Berxé çé di kozéda çéye.
403-Berxé îro berané sibéye.
404-Bext ji bé bextara tune.
405-Betalî xirab malî.
406-bext bexté ewilı text texté ewilı.
407-Bexté reş mirov dike ne xweş.
408-Bi cuvanı bike bi pırayı bixwe..
409-Bi girı ra nabe ji goré mirı.
410-Bi gote got, meriv naçe cot.
411-Bi gotiné zıv nabe zér.
412-Bi lezket dereng ket.
413-Bi lezı kes nagıje mirazı.
414-Bi mineminé.meriv xelasnabe ji desté jiné.
415-Bila dilé kesı bi miriné xweş nebe.
416-Bila hiz be dizbe ne ziman diréjbe.
417-Bila mirin hebe pır bun tunebe.
418-Bila meriv mérbe bila rojekı li dinébe.
419-Bila yekbe bila bi xérbe.
420-Buka xalé malxwuya malé buka meté bé rumeté.
421-CÎyé agir nebe du jé hilnabe.
422-cihé şéran rovî runiştin wekî méran.
423-Cot li mirtivan nayî.
424-Car heye rev, ji dest hilanîyé çétire.
425-Cér, bi rîya avéda dişké.
426-Cîran, beré biré ye.
427-Cıranî çé, ji biré péşvatir e.
428-Comardî, bi dayîné dibe.
429-Cîran derîyé malé ye.
430-Can naé şuné,mal té şuné.
431-Cîrané xirab, merîyan xwedan tişt dike.
432-Camérî karé her kesî nîne .
433-Cîger naé teslîm kirin jibo pisîké .
434-Cila ku lé ser rûniştî,, kér meke.
435-Camérî , şéré şéra ne.
436-Cara meriv ji yaré dayikéra dibéje bavu .
437-Camérî bi dayînî dibe.
438-Camérî karé her kesî nîne.
439-Camérî ji kîsé hevalan nabe.
440-Can li ber male.
441-Can mal tîne lé mal can nayıne.
442-Can naé şuné lé mal té şuné.
443-Canik u camér jin u mér.
444-canik u camér bé yar, hespa kihél bé suwar nabe.
445-Car caran tîne gayî reş bara tîne.
446-Car heye banzdan nîvé méranîye.
447-Car heye jehra mara dermane.
448-Car heye yarî dibe ne yarî.
449-Car heye zor dizane car heye zér dizane.
450-Car heye meriv ne axıve çétire.
451-Carekı ji ne zani, cara duda ji kera.
452-Cara meriv ji mecburî koşté kewa jî duxwe.
453-Ceşik mezin bibe dîsa kere.
454-Cér bi rîya avéda dişké.
455-Céré xweyî tijî liyî vala nexe.
456-Cewré seyî dir, tim dir dibin.
457-Cih ji merivan teng nabe cih ji dila teng dibe.
458-Cihé bavu ba pîran xweştire ji héjîran.
459-Cihé ku li te hat bide bistîne ne hat bide bireve.
460-Cihé ku maşe hebe desté xwe neşewitîne.
461-Cila şil kete mil.
462-Cila xwe ji avé der dixe.
463-Cila zérînî li keré bikin dîsa kere.
464-Cila li ser runiştî kér neke.
465-Cin, ji hesin di tirse.
466-Cinet jî, bi minet ne xweşe..
467-Cinet jî cehenem jî di mala da ye.
468-Cinet di bin lingé daîka dane.
469-Cınaré baş ji birayı xirab çétire.
470-Cînaré xirab kelemé ber çavé merive.
471-Cînaré xwera bixaze ku xwedé bide te.
472-Cînaré xirab meriv dike xaweyı her tiştî.
473-Cîyî şéran rovî dikin géran.
474-Ciger nayî teslim kirin ji bo pişîké.
475-Cih, ji dila tenge.
476-Cihé bé def direqise.
477-Cîran mîrat xweré cîrane.
478-Cîrané çé, ji biré péşvatir e.
479-Cucik payizé tén hejmar kirin.
480-Cotkaru tu çi diçînî got dema héşîn bu tuyî bibinî.
481-Cîyî ku pakî heye xirabî çîye?.
482-Cezayı serîyî ehmeq dest u ling dikişînîn.
483-Civat ji dînan çénabe.
484-Çav bixwe guh bi xelqé baverin.
485-Çav dibîne dil, dihebîne.
486-Çot li li koçera nayî.
487-Çav ji çavan şerm dike.
488-Çavé rasté runahî nade çavé çepé.
489-Çavé reş ne hewcîyî kile.
490-Çerxa feleké geh li jér geh li jore.
491-Çawa suke, visa jî buke.
492-Çi kiro bixwe kiro.
493-Çélek tim nayî dotin her tişt tim nayî gotin.
494-Çélké didoşe xaté,to, dide faté.
495-Çéliké mara bé jer nabin.
496-Çéliké şéran şérin.
497-Çi bireşînî tuyî ewi biçinî.
498-Çi té seré merivan ji ziman té.
499-Çil gotiné hirçé hene hemu liser aluçane.
500-Çil meriv béjin dîne, ewé dîn bibe.
501-Çil salé aşîtî ne wek rojeke neyar tî.
502-Çira kesî heta sibé véketî namîne.
503-Çivîk, bi basikekî nafire.
504-Çîya çiqa bilindbe ré lé dikeve.
505-Çivîk çivike avé dixwe gazî xwedé dike.
506-Çîyayî bilind bé ré nabe, newala kur bé av nabe.
507-Çu heyfa bavé kuna dé da ser.
508-Çun şîna mirîya ,her kes ji mirîyîxwera digirîya.
509-Çun welaté kera anîn pere bi bara.
510-Çuyuna rîya bi rébera xweşe.
511-Çiqa gelîyî zîlan varé bavu bapîran ketîye desté qirgiz û dijminan.
512-Çav tér nebe, zik tér nabe.
513-Çune ser çem çem, mirçiqî.
514-Çela meriv ji hevalé xwera bikole bi xwe dikevé.
515-Çélekeke réxok navé garanekî dilewitıne.
516-Çavvé li derya xwelî li serıya.
517-Çi, neçe para keçe.
518-Çavek ji çavé din ra runahî nade.
519-Çira liber kora vénakeve.
520-Çaxé néçîramin té guyî tejîyî min té.
521-Çîya li çîya nakeve lé çav li çava dikeve.
522-Çîyayî bilind bé mij nabe newala kur bé av nabe.
523-Çira ber kora defa ber kera bé fayîdeye.
524- Çar gulm av, beranberî parîyekî nane.
525-Çar gurçike ew mér.
526-Çar pé, çar qedaye.
527-Çar tişt hene ,teybetîya merivin,hikmet.namus,hiş u dad.
528-Çav çava nabîne.
529-Çav çava, diz diza nas dikin.
530-Çav dibîne dil dimîne.
531-Çav ji bo dîtiné aqil ji bo zanîné.
532-Çav ji çava şerm dike.
533-Çav kile dawî şile
534-Çav terese dest mérxase.
535-Çav xenîmé xwe nas dike.
536-Çavé di bin xwelîyîda kes jé şerm nake.
537-Çiyayî bilind bé dar nabe, qîza axé, bé yar nabe.
538-Çu gundé nenas pesné xweda bé qîyas.
539-Çum aşé xirab bu,hatim kanî mirçiqî,ga, kirî bu
golik,genim çand bu sorik.
540-Çume mala apé xwe, ketme kapé xwe.
541-Da avé, ha li çoké ha li navé.
542-Diza bir got, bira xéra bavé minbe.
543-Dad li ser sé şahida ne.
544-Damareke xirab, heta heft bava dajo.
545-Dayînu standin bi bertîlan, xwelî li seré feqîran.
546-Dane, ber beré reş.
547-Dar bi beré xwe mér bi navé xwe .
548-Dar bi kurman meriv bi derdan di kevin.
549-Dar bi rehé xwe mér bi dosté xwe qewine.
550-Dar bi terî ditewe.
551-Dar bi ziravî meriv bi sturî dişkén.
552-Dar biro, dara bibir,desté xwe ji xwedé ne bir.
553-Dar çiqa bilind bin seré wan nagihîje esmana.
554-Dar dikeve berî li kuda.
555-Dar xarbe jî, lé hosta raste.
556-Dar ket balte pir dibin.
557-Dar li kewé ne ket gew, li daré ket.
558-Dar li ser rehé xwe şîn dibe.
559-Dar nayî dayin ji bu dına.
560-Dar tehle lé, beré wî şirîne.
561-Dara azadîyî bi xun xwendinî té avdan.
562-Dara jiyané bi xundanî té avdané.
563-Dara ku sih nede bin xwe bé kére.
564-Dar bir, dara rast dibire, mirin té, merivé baş dibe.
565-Dayik yare, bavik rébere.
566-Dayika du xortan li xwe dixe du lotan ne livir li cizîra botan.
567-Dayika xelqé nabe dayika meriv.
568-Dayiké heft kur ,xwedî kir, heft kura dayik birçî kir.
569-Dé were ,Vî kerî di vé avéda derbas bike..
570-Def di desté tedaye lé çomax yekî din lédixe.
571-Deftera meriv li piştî meriv té xwendin.
572-Deh malin, danzde rîspîy wan hene.
573-Dehan ji xwe yekî, ji hewalan béje.
574-Dél bi babe kuçuk li bexda yî té.
575-Déla xwe daye ser milé xwe.
576-Dem bi dore ne bi zore.
577-Dem tirîyî tirş şirîn dike.
578-Dem wekî avéye zu derbas dibe.
579-Dema diné ava bu, herkes bi aqilé xwe şa bu.
580-Dema diz ji malé be veşartin na xwaze.
581-Dema dîn dîna dibînin çomaxé xwe vedşérin.
582-Dema siud hat serî,bila bizire wek kerî, dîsajı xelqé béje aferî.
583-Demeke gulané yeke şîlané.
584-Dengé defé ji durva xweşe.
585-Dengé ewran mizgînîya baranéye.
586-Dengé kewé, kewé dixe defiké.
587-Dengé miriné zu belav dibe.
588-Dére sore, çav kore.
589-Derbé méran sé care.
590-Derbé léxe zerbé hilnede.
591-Derdé héwîyî jana tilîyî!.
592-Derdé feqîré nane derdé axé, dîlane.
593-Derdé xwe béje kela xwe biréje..
594-Dermané xwestiné dayîne.
595-Dest ser destara heye heta ezmana.
596-Dest didize, dil dilerize.
597-Dest dike dev di xwe.
598-Destéwî tijî garisbe libek narije.
599-Desté bi tené deng jé nayî.
600-Desté ku neyî geztin wé bé ramusandin.
601-Desté qiréj didevé xweyîdane.
602-Desté xariné digîhîje wané.
603-Desté xwe, nexe hemu qula.
604-Dev dixwaze ru şerm dike.
605-Dev şewitîye pufé, dew dike.
606-Deve hat polekî pol tune bu.
607-Dev pîvaz nexwe bihin jé nayî.
608-Dewé bihara bide neyara dewé payîza bide ezîza.
609-Dewé ceribandî çétire ji masté ne ceribandî.
610-Devé xelqé ne torbeye ku tu bidiroyî.
611-Dewlemend dimrin erd diheje feqîr dimirin gund, pé nahise.
612-Dé ku dibe jinbav bav dibe zirbav.
613-Di nabera gotin u kiriné da çîya heye.
614-Di nabera qencîy û xirabîyîda buhustek heye.
615-Di navbera wanda av derbas nabe.
616-Dijminé bava nabe dosté lawa
617-Dijminé dijminé meriv dosté merive.
618-Dijminé kewé,kew bixwe
619-Dijminé te méşek be jı bitirse.
620-Dinya bi dewrana pişîk pehlîvane navé dîk abdurahman e
621-Dar li wî neket ew hat li daré ket..
622-Danîn ziké yekî got ax piştamin.
623-Dar bé, çiqil nabin.
624-Dar ji binîda dirize.
625-Dar xwar be zu dişké.
626-Dara bi çiqil sîhé dide biné xwe.
627-Dayînu standin bi desté xwe dé ye.
628-Dema nebu, gotı ez şérwî, tu botı.
629-Demek ya gulé ye demek ya şîlané ye.
630-Derba ziman ji derba şur girantire.
631-Derdevan pir béj dibin, bengî dengbéj dibin.
632-Derdé biran, neyé seré guran.
633-Derdé dilan hure, kure dure.
634-Derîyî xéran nayî girtin.
635-Dest didize, dil dilerize.
636-Dest qiréj,pé qiréj, he mu bune sabun péj.
637-Dest ser destan ra ne.
638-Desté tené deng jé nayé.
639-Desté xwu nexe her qula.meru mişk hene.
640-Deve duré hev diçérin lé guhé wan li ser heve.
641-Devé xwar ji peleguhé va kifşe.
642-Devî, bune dar, xwelı li seré merivé bé war.
643-Dewata dud yane agir ketîye hemuyane.
644-Dewé ceribandî çétire ji masté ne ceribandî.
645-Dewsa şéran runiştine kundé koran.
646-Deyn bi dayiné, ré bi çuyiné xelas dibe.
647-Dé bibîne doté bîne.
648-Dé, ewladé xwe navéje.
649-Délik ne bibabe kuçik li pey nayî.
650-Dé dinéda ji ziman şirîntir û tehltir tiştek nîne.
651- Dibéjin lé na péjin.
652-Dibé çima xîzanî, dibé ji nezanî
.
653-Dibéjin camére, ji mal dikin dibéjin mérxase, ji can dikin.
654-Dibéjin ku fesad nebin gur u mîh wé bi hevra biçérin.
655-Dijmin dijmine, çi puçuk çi mezine.
656-Dijminé bavû bapîra, nabe dosté nevî û kura.
657-Dijminé bi aqil çétire ji dosté bé aqil.
658-Dijminé dijminé me dosté meye.
659-Dinya deme hemu kulu xeme.
660-Dinya bi dore ne bi zore.
661-Dinya merdîvene geh li jor geh li jére.
662-Dirané bi éşe dermané wî kéşe.
663-Dîya meriva tim kura nayne.
664-Dizara şevé tarî pirin.
665-Dît ezim ne dît dizim.
666-Dost di roja teng da kifş dibin.
667-Dost hezar bin hindike, dijmin yekbe pire.
668-Dost li ruyé merivan dijmin piştî merivan xeber dide.
669-Dosté bava mîrasa lawa ye.
670-Du serî, dîzekîda na kelin.
671-Dure gul û nure.
672-Dar bi verotiné, mér bi gotiné.
673-Dar çiqa bilind be seréwî nagihîje esmana.
674-Dar tune ba lé nexistibe.
675-Dewet bé def û zirne nabe.
676-Deweta dud ya gir li hemu gundîyane.
677-Dew xwestin kodik veşartin kiréte.
678-Dîn dîna dibınin çové xwe vedşérin.
679-Dema diz ji malé be tedbîr bé faydeye.
680-Dema sév li daré be herkes bala xwe didé
681-Dengé defé ji durva xweşe.
682-Demeka gulané ,yeke şılané.
683-Dengé miriné zu belav dibe.
684-Derb derba ewile.
685-Derbé méran sé carin.
686-Derdé bira neyî seré gura.
687-Derdé héwîyî pir girane.
688-Derdé hewîyî xwedé nede guré seré çîyî.
689-Derîyî xéran nayî girtin.
690-Dest dike dev dixwe.
691-Dewlemendî, lé hatine ne jéhatine.
692-Délé tirek, jé çénabin cewré dirrek.
693-Di koné reşda bé namusî nabe.
694-Di maléda jin bibin sé, gu di şimiké da naçe der.
695-Di fireyîda dost zehfin
696-Di navbera gotin û kiriné da deyşt û çîya hene.
697-Di zikéminda xwuna min xwar, dema bu, cané min
xwar,ku ez mirim malé min xwar.
698-Dil firebe cih teng nabe.
699-Dil bi dilbe turé parsé li milbe.
700-Dil ne sifre ye ku mirof li ber her kesî raxe.
701-Dil şuşeye béişké nacebire.
702-Dil tim cuwane, tu car pîr nabe.
703-Dilé te çawaye alem wisaye.
704-Dinya bi dore ne bi zore.
705-Dinya bi sebré ava buye.
706-Dinya biheybete îro dinyaye sibé axirete.
707-Dinya bi mirine, roj biévare.
708-Dinya derewîne ji kesîra namîne.
709-Dinya ne behsu bazare dinya sozu kirare.
710-Dinya milké bavé kesî nîne.
711-Dinya ne şevu rojeke.
712-Dinya xane,hinek çune hinek mane,yé mayîjî mévane.
713-Dinya xane meriv téda mévane.
714-Diréjıya malé deh gav,çi bikim mala bé nan û av.
715-Diréjîya rîya beravîya rîyada kifşeye.
716-Divé meriv pişta xwu bide mérekî çé yanjı çîyakî asé.
717Deme meriv got heq, av disekine.
718-Derdé feqîra xarun û libase derdé axé leyistikû reqase.
719-Desté qelişı li ser ziké tér.
720-Desté xwariné diréje.
721-Devé hirçé nedgat sévé digot tirşe.
722-Dilé yekî ket kevirekî heft sala gerend.
723-Dermané her tişti zére, lé ji zér jortir, zore.
724-Daré li serxwu nebire.
725-Dayé bibine kızé bixwaze.
726-Devéte ne devé zirna zere.
727-Demeka güla,yeka sosina.
728-Dest desta dişon,dest dizvirin rüya dişon,
729-Di gunda da mér neman,ji dikara dibén abdurahman
730-Dinya hemu neyaré kewéye, kew ji, neyaré xwye.
731-Dew xwstin, godik veşartin kiréte.
732-Dew, biré mast e.
733-Deriyé derçékera bi benda girédaye.
734-Derîyî xwu bigire cînaré xwu diz neke.
735-Desté westîyayî li, ser zéké téré.
736-Dev dixaze, ru şerm dike.
737-Dé û qîzé, şer kirin bé akila bawer kirin.
738-Dizan ji dizan dizÎ erd ü ezman larizî.
739-Du heval bi hevra rast bin yé sisya xwu déye.
740-Derew dijminé xwdé ye.
741-Dükana bekire dü kalib sabune.
742-Dilé şivan bi xaze di kare nérîyé bi doşe
743-Dilé tirsonek singé sipé nabîne
744-Dinya guleke bihn bike bide heval xwu.
745-Dît ezim ne dît dizim.
746-Dé bibîne qîzé, bixwaze.
747-Desté tené deng jé nayé.
748-Dilé şikestî nacebire.
749-Derdé giran derman nabe.
750-dîn ne dînîn dîn ewin ku jiwan bawer dikin.
751-Dijminéte, çîvîkek be dîsa hesabé wî bi ke.
752-Dizé malé ji malébe ga di kulekéra derdixe
753-Dizî dizîye çi hékek çi gaméşek.
754-Dîk di xwna xweda qut dibîne.
755-Dîké bé dem bang bide seréwî jé dikin.
756-Dîn di şîn û şahîyanda kifş dibin.
757-Dîn ji dewetan zarok ji lîstîka tér nabin.
758-Dîtina çeva qinyata dilane.
759-Du héka li hev bixî wé bişké.
760-Du hesp li ser afirekî nasekinin
761-Du seré çé naçin ser belgîkî.
762-Dudu kerwane sisé bazirgane.
763-Duré, bide dur nasan.
764-Du caran guhdarbe carekî xeberde.
765-Dosté çé mirov li nîv réda nahéle.
766-Dostîya dostén xwe berde, dostîya dosté bavé xwe ber nede
767-Dinya malu milke mér ewe hilke.
768-Dinya ne dev û doze dinya peyman û soze.
769-Dinya ware, ne male.
770-Dinya xane hinek çune hinek mane ewé mayîjî mévane.
771-Dinya xane, her kes téda mévane.
772-Diné bidiné ve, mendo bi quna jinéve.
773-Dinya ne roju daneke ,sal û zemaneke.
774-Diya qîza peruda dîza, dîz çékirin xelqé birin.
775-Dizé bostana, kifş dibin zivistana.
778-Erebe, ku hate ber parté wé bébarkirin.
779-Ev dena, wé gelek av bixwe.
780-Evînî germ bi germ neyartî nerm bi nerm.
781-Ew cihé tu bi roj diçîyî ez bi şev diçimé.
782-Eyba xelqé tepisîye ya ,min reqisîye.
783-Eyde bé qeyde.
784-Ez ha dikim bav dimire ez ho dikim dé dimire.
785-Ez ji tera tu ji kéra.
786-Ez kor tu kor ké nan bibe jor.
787-Ez li zik dixim ew dibé wey piştamin.
788-Ez mér tu mér kîye ji me şér?.
789-Ez namirim bi vé derbé ez dimirim bi vé kerbé.
790-Ez taşté me tu, firavînî.
791-Ez ne ezo desmala gul gevezo.
792-Ecel té ser éş sedeme.
793-Ecelé biziné té nané şivan dixwe.
794-Elegez birinc be eres jı run be tu miqat nebı xlas dibe.
795-Em çune avamasıya délek bi me hisya kula me yekbu bu
796-Em dixwin nané sélekı ew dixwe nané élekı.
797-Emé béjin xalu meté heya roja me té.
798-Emré leglegé diçe bi leq leqé.
799-Ewé destu pé dikin dé u bav nakin.
800-Ewé ku nebéje bike şére,bibéje bike mére,bibéje neke
801-Ewa ew vare, lé ne ew bihare.
802-Ewladé bé xér tunebe çétire.
803-Eyba keçel kum digire.
804-Ez axa tu axa ké here ber berxa.
805-Ez çum seré çîya zirîyam wekî keran birazî nebun wekî bira.
806-Ez dibéjim ez ne mérim, tu dibéj çend zaré te hene.
807-Ez dibéjim stewre tu dibéjî bidoşe.
808-Ez ezim tu tu yî.
809-Ez heq tu heq neheq here ser dîwana heq.
810-Ez mîr tu mîr ké ga bîne ber nîr.
811-Ez na kim méra kunda nakim şuna şéra.
812-Ez ne dizim ne dilerizim.
813-Ez téme kuştin lé naéme tewandin.
814-Ez bi tu tu bi xwedé.
815-Ê birıîndar dizane birîna wî çiqa kure.
816-Ê çu nede du.
817-Ê dewlemed.kerem bike malé, é feqîr man li deré malé.
818-Ê ,şîrî heta pîrî.
819-Ê xwe nas neke xwedaé xwe nasnake.
820-Ê devé bi hewîne serdera wî bilinde.
821-Ê here mesîya qunqwîyé şilbe.
822-Ê derva hat, é hundur qewirand.
823-Ê ku bikeve deweté wé xu bihejîne.
824-Ê eslé xwe inda bike heram zadeye.
825-Ê ku neke bi gotina mezinan wé here ber bizinan.
826-Ê ne di şerda be şer pé xweşe.
827-Ê sîr nexwe bihn jé nayé
828-Ê dizana dizane é nizane wetré baqé nîskane.
829-Êl yeman beg yeman él rabu beg windabu.
830-Êvaré hîv xwe roj di hesibîne.
831-Ez dıbéjım nére tu dibéjı bidoşe.
832-Ew, léléye héj lolo para maye.
833-Esil xirap nabe,hingiv génî nabe.
834-Ew sale, lé ne ew bihare.
835-Ew hewşe lé ne ew rewşe.
836-Ez ha dikim bav dimire wa dikim dé dimire.
837-Ez dibéjim va hirç, tu dibéji wa dewsa wî.
838-Ew mal wéranbe ku jin téda bibe malxwu.
839-Ewé dîziké çéke dizane çemil léke.
840-Ewé ku tilya xwu bi xe guhéxwu, dizane çi bıbéje.
841-Eslî pak neslî pak
842-Ewladé bé xér milk, naxwaze.
843-Eşq meriyen kor dike.
844-Erzan kiro heban diro.
845-Ez ne laiké devé teme.
846-Ew méra ne héjayé wé şînéye.
847-Eger ez bibim bî, ez dizanim doxîna xwu didim desté ké.
848-Ez goşt naxum, lé nané xwu di ava wîda dikim.
i850-Ewé dixaze ruyek reş, ewé nade herdu ru reş.
851-Ez li ezmana li te digerim ,tu li erdé destmin dikevî.
852-Ew hem ji, bona wé demé ye.
853-Erd biriçbe, av runbe xayî tunebe zu diqede.
854-Ez ezim tu tuyî
855-Ez péşva diçim geza,paşva diçim refesa davéje
856-Ez hédî diçim bela dighıje min, ez zu diçim digîhıjme belayî.
857-Ez xwyé teme ezé çibim ?
858-Erebe ku hate ber lusé wé bé barkirin.
859-Feqîr bi feqîrara bizevicin wé jiwan parsek çébin.
860-Feqîr diçe dizîyî hîv lé derdikeve.
861-Feqîrî ji miriné xirabtire.
862-Fikir çibe zikir jî ewe.
863-Firset hat bernede.
864-Feqira çun xwu darda bikn déna xwu dané dewlemend li Badibin.
865-Fata romé agir berda zomé çu runişt li ber komé.
866-Feqîr û jar wekî par û pérar .
867-Fira miréşké heta kadîné ye.
868-Feyda gavana sîyarîya keré ye.
869-Feqire,te ju ku anî, dewlemende piroz be.
870-Fermana dévan hat rovî xwe veşart.
871-Fermane şeré xal û xwarzîyane şerekî pir girane.
872-Feqîr çun ku xwe darda bikin nihırın ku dewlemend li berîya wan xwe xeniqandine.
873-Filé bi ruyekı ji mislimané du ru çétire.
874-Fikir çibe zikirjı weke fikréye.
875-Gotine kantiré tu kuré kéyî gotîye ez xwarzîyé hespéme.
876-Guro bila tu gur buya bila te golika min bixwara.
877-Gîha gîhaye liser koka xwe şîn dibe.
878-Gotine devé stuyé te xare gotîye ké deramin raste?.
879-Ga bi cila nayî nas kirin.
880-Ga dike golik dixwe.
881-Ga dikeve kér pir dibin.
882-Ga dimire çerm dimîne mér dimire nav dimîne.
883-Garis nasekine li ser werîs.
884-Gerîyaye dirîyaye.
885-Gotiné giran di nav henekada téne gotin.
886-Giré ku meriv bixwe ne xwurîne xéra wî nîne.
887-Golik jî dibé ez ga me.
888-Goliké malé ji gayé malé na tirse.
889-Goşt bé hestu nabe.
890-Goşté hemu teyran naé xwarin.
891-Gotine keré ji tera çeşikek bu got barémin li ser piştamin
892-Gotine pişîké goyî te dermane rît û veşart.
893-Gotina xweş mer ji qulé der dixe.
894-Gotiné péşya pelé mishefanin.
895-Gulane kalekala mîhane.
896-Gur hate waran wey li halé jaran.
897-Gur.oxire ne bînî çétire.
898-Guyî hişk bi merivava na zeliqe.
899-Gaméş di tuxubé xweda xurte.
1000-Gayé çé, bi, baran, méré çé, bi xeberdan..
1001-Gelî bé av nabin keçik bé yar nabin.
1002-Gilî hate zaru zimanan wé bikeve nava malan.
1003-Galgala kete nav devu dirana, wé bigere li bajaru
şaristana .
1004-Gotina rast tehle.
1005-Gîha di bin kevirda namîne .
1006-Gül ew gül bu, baran léda şil bu.
1007-Gür d ikujin qirik dixwun .
1008-Gotin, zirare kirin, kare .
1009-gotina rast ne xwşe.
1010-Gotiné péşya vek neqşé kevirane
1011-Girara paramin téda nebe bila lepe réx tédabe.
1012-Gerîyam li dora diné xelas nebum ji miréné.
1013-Germe cil şerme ,sare cil stare.
1014-Gelîyî zîlan çiqa hecîdéryan waré bav û kalan buye
meskené moğul û afganan.
1015-Gelîyî zîlan çiqa hemoyan cihé bavu dîyan maye ji
diza û xun mijan.
1016-Gelîyî zîlan téda kişya xuna jina û zarokan maye ji
cerdevan û bé imanan.
1017-Goşt bé hestî nabe.
1018-Gotine kor, te çi divé got du çavé sağ.
1019-Guyî hişk bi meriva nazeliqe.lé réç dihéle
1020-Ha di hurd ha di turda.
1021-Hatî ji çuyuna ne.
1022-Heft bawé çé îla şıré dé
1023-Heft hevling di avéda xeniqîne yekî desté xwe nedaye
yekî.
1024-Heke ew ne fende lé ew çi daru bende?.
1025-Hem ji déré bu hem ji mizgevté.
1026-Hem seré xwe dişkéne hemjî xercé xwe dide.
1027-Hemu kesî bi darekî neju.
1028-Hemu qubé sipî ne zîyaretin.
1029-Hinen dikin hinek jî dixwun.
1030-Hinek jinin.hinek janin. Hinek melhema dila
nin hinek dendiké kundiranin.
1031-Hespé rewan na weste.
1032-Heqîyî di desté ne heqîyîda zare zare.
1033-Her dîk li ser kulfengé xwyé xwe bang dide.
1034-Her kes bi hempayé xwura digere..
1035-Her kes kuré bawé xwe ye.
1036-Her kes rizqé xwe di xwe.
1037-Her kes tema devé xwe dizane.
1038-Her kes malxwuyé mala xwuye.
1039-Her pégemberekî dia ji xwera kirîye.
1040-Her qazî bi aqilé xwe razî.
1041-Her kesek, qusurawî heye.
1042-Her şérek bi lepé xwu ye.
1043-Her teyrek bi baské xwe difire.
1044-Her teyrek bi refa xwra ye.
1045-Her tişt di weqté xweda xweşe.
1046-Her zimanek merive ke.
1047-Her zivistanek bihar li peye.
1048-Heçîyî jare havîn jı jéra sare.
1049-Herçîyî bimîne bintîné gunda dibe inda.
1050-Heçîyî xasîyî wan başin kirasé wan qumqşin
herçıyı xasîyî wan pîsîn kirasé wan telîsin.
1051-Hesin bi germé té kutan.
1052-Hesp bé hevsar nayı firotan.